14 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2016
HAKKARÎ
Li Şemdînliya navçeya Hekariyê teqemeniya ji hêla mensûbên PKKê va di rê da hatibû bicihkirin di dema derbasbûna wesayîta eskerî da hat teqandin û 4 esker birîndar bûn. Ji wan eskeran yek tevlî hemû mudaxaleyan bi ser xwe da nehat û şehît ket.
Li gor agahiyên ku hatin hildan li nêzî Tekeliya gundê ser Şemdînliya navçeya Hekariyê teqemeniya ji hêla terorîstên PKKê va berê di rê da hatibû bicihkirin di dema derbasbûna wesayîta eskerî da hat teqandin.
Di êrîşê da 4 esker birîndar bûn û ew ji bo dermankirinê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemdînlî û Yuksekovayê.
Mudaxaleyên li wir piştî ku bi dawî bûn ew sewqî nexweşxaneyên li Wanê kirin û eskerek şehît ket.
Li herêmê operasyona ku ji hewayê va jî piştgirî tê dayîn dabûn destpêkirin jî didome.