04 Adar 2017•Rojanekirin: 05 Adar 2017
DIYARBAKIR/ŞIRNAK
Hin nûnerên eşîrên li Diyarbekir û Şirnexê destnîşan kir ku di referandumê da wê bibêjin "erê".
Mehmet Saît Gulçerê ji nûnerên eşîra Şahînan a li Diyarbekirê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir polîtîkayên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û AK Partiyê diecibînin û bi salan e ray didin heman partiyê.
Gulçer destnîşan kir li gor xizmetên hatine kirin wê di referandumê da bibêjin "erê".
"Em li pişta Serokomarê me ne"
Gulçer got ku ew çend sala li dijî PKKya rêxistina terorê şer dikin û wiha axivî: "Em li pişta Serokomarê xwe disekînin, me heta niha ew qet tenê nehila û em dîsa jî bi izina Xwedê tenê nahêlin."
Gulçer wiha axivî:
"Di navbera me, hikûmet û welatê me pir baş e û tu pirgireka me tuneye. Em welatiyên Komara Tirkiyeyê ne. Em wek eşîr welatê xwe jî û miletê xwe jî gelek hez dikin. Ez kurd im niha beriya 20 salan me neşiya straneke bi kurdî guhdar bikin. Niha hem zimanê me serbest bûye hem jî qaneleke me ya kurdî heye. Lazim e me vê bibînin, yên ku vê nebînin niyeta wan xirab e."
Guçer got ku ew ji hemû rêxistinên terorê re dibêjin "na" û wiha wiha axivî:
"Dema di malbatekê da du serî, du mezin, di eşîrekê da du mezin hebin hizûr namîne. Dema pergala serokatiyê bê wê kesek birêva bibe. Wê demê jî emê di hemû qadan da pêşva biçin. Em wek eşîr nêzî 30 hezar kes in û ji 10 hezarî zêdetir jî rayên me hene. Bi îzna xwedê ji wan rayên me yek jî wê "Na" nebe. Her kes ji min zêdetir dixwaze ku bibêjin "erê" û wê rayê bidin. Dema di referandumê da erê derbikeve wê demê li herêmê wê gelek tişt biguherin. Hikûmet wê zêdetir bixebite û welat pêş bikeve."
- "Emê li cem dewlet û miletê cih bigirin"
Eşîra Batuyan a li Kumçatiya bajaroka ser navenda Şirnexê jî ji bo referandumê biryara "erê" da.
Di daxuyaniya çapemeniyê ya li meydana bajarokê hat dayîn da ji nûnerên Eşîra Batuyan Nîmet Demir diyar kir ku ew li cem Serokomar Recep Tayyîp Erdogan cih digirin û peyama yekîtî û bihevratiyê da.
Demir diyar kir ku ew ê wek eşîr li ba dewlet û milet bin û wiha pê da çû: "Ji bo şikênaştina quweta hêzên ku dixwazin ji derva va Meclisê tevlihev bikin, têkoşîna dijî rêxistinên terorê dewam bike, rêveberî di destê kesekî da kom bibe, firsend nekeve destê derbekaran em ê bêjin "erê", bi hev ra bigihêjin hedefên 2023yan."
Serokê Federasyona Gundparêz ,Xazî û Malbatên Şehîtan a Şirnexê Mehmet Gungor jî diyar kir ku eşîra Batuyan ji destê rêxistina terorê gelekî kişand, PKKê li dijî vê eşîrê gelek qetlîam kir.
Gungor diyar kir ku şehît û xaziyên wan hene û wiha pê da çû: "Li ciyê ku PKK lê bêje "na" em nikarin li ser rêya wan herin û bêjin "na". Ji ber vê em di rêya Serokomarê xwe da ne piştgiriyê didinê."
Edîm Demirê welatî got ew ê di 16ê nîsanê da du biharan bi hev ra bijîn û wiha axivî: "Em ji rikê wan kesên ku ji Serokomar hez nakin û dixwazin welat parçe parçeyî bikin em ê bêjin "erê".