Haydar Şahin
24 Adar 2018•Rojanekirin: 27 Adar 2018
ANKARA
Hat tesbîtkirin ku Etnaya Çiyayê Agirîn yê herî çalak yê li Sicîlyaya girava Îtalyayê ber bi behrê va dişiqite.
Lêkolîna ku encama wê di kovara "Bulletin of Volcanology"ê da hat weşandin nîşan da ku Etnaya Çiyayê Agirîn her sal 14 milîmêtreyî ber bi Behra Sipî va dişiqite.
Di çarçoveya lêkolîna ku zanyarên Îngilîz meşandin da hat destnîşankirin ku kêmzêde 50 sal e îstasyon li der û dora Etnaya Çiyayê Agirîn bi cî kirine û hereketên çiyê teqîb dikin.
Hat diyarkirin, daneyên ku di van 11 salên dawîn da hatin berhevkirin nîşan didin ku Etnaya Çiyayê Agirîn her sal 14 milîmêtreyî ber bi bajaroka Gîarreyê û aliyê başûr-rojhilat, başûr dişiqite.
Zanyaran gotin ev cara ewil e ku dibînin çiyayekî agirîn yê çalak ji binî va dişiqite, ev rewşa dibe ku di pêşerojê da bibe sedema afatan û loma dibê ji nêz va were teqîbkirin.