İbrahim Atmaca
27 Adar 2018•Rojanekirin: 28 Adar 2018
STOCKHOLM
Lêkolînerên Swêdî derxistin holê ku kurmê bibant ê ku 55 mêtre dirêj e û li dinyayê heywana herî dirêj e, bi jehrî ye.
Ji Zanîngeha Uppsalayê Beşa Farmakognoziyê Prof. Dr. Ulf Göransson daxuyanî da SVTya têlevîzyona dewletê û got ku di lêkolîna ku wan kir da kurmên bibant ên ku di ava sar a qeraxên rojavayê Swêdê da dijîn, bi jehrî ne.
Göransson diyar kir ku jehr ji bo însanan talûke nîne û wiha dewam kir: "tesîra jehra kurmê bibant li ser kêzikên biqalik û heywanên biqalik zêde heye û pergala wan a sînîr têk dibe. Em hê nizanin bê ka kurmik vê jehrê ji bo parastina xwe an jî nêçîra xwe çêdike."
Göransson destnîşan kir ku di nav jehrên ku tesîra wê li ser kêzikên biqalik hene da jehra herî xurt ya kurmika bibant e û di paşerojê da dibe ku ev jehr di çêkirina dermanan da were bikaranîn.
Navê kurmikê bi Latînî "Lineus longissimus" e û dirêjahiya wan 55-60 mêtre ye û li dinyayê wek heywanê herî dirêj tên naskirin.