ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bekir Bozdag bû mêvanê Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA).
Bozdag der barê îdiayên ku Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu anî rojevê nirxand û got: "Mixabin ji bo uslûba siyaseta ku em jê re dibêjin siyaseta çemûrê di nav siyaseta Tirkiyeyê de bi cî bike bi îstiqrar dixebite. Berê jî çendîn caran îftirayên wiha avêtibûn. Gelek tiştan dide pêş, dipirse, dibêje 'We wiha kir, ma we nekir? Wisa be ez ê belgeyan derxim holê.' Lê belgeyeke ku heta vê gavê eşkere kiriye tuneye."
Bozdag di Maseya Edîtoran a AAyê de pirsên der barê rojevê de bersivand. Der barê geşedanên dawîn de axivî.
Ji axaftina Bozdag hin sernavên derketin pêş ev in:
"(Der barê îdiayên Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglu de) Ma hewce nake ew bibêje 'Waye belgeyên di destên min de û ez li we belav dikim?' Ma hewce nake ew îdiayên xwe îspat bike? Bombe di destê wî de teqiya, ew perîşan bû, ji ber vê belav nekir.
Ev bombe di destê wî da teqiya. Ji ber ku sextekarî, buxtan, derewkarî û bêexlaqiya wî derket holê ditirse perçeyên qaxizan bide medyayê.
(Îdiayên Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglu) Kesekî li ser peywireke wiha girîng nikare bêje, 'Ez hatim xapandin' heqê wî tuneye. Ji ber ku li ser wî ferz e, her mijareke ku tê pêşiya wî divê pêşiyê lê mêze ke, ka 'gelo rast e an xwar e' û paşê xeberde. Ev, hevkariya taşeroniyeke xwebexş e.
Kî li dijî Tirkiyeyê û Serokomar buxtanekê dide desta zilam nabêje 'ka ev buxtan e yan na'. Çawa hildide rasterast êrîş dike. Nafikire ka çi ye, çi nîne û çi tîne û çi dibe. Çavên wî ji xeynî rik û rikberiyê tiştekî din nabîne.
Merivekê durist, bi exlaq û şeref çaxê bi belgeyekê îdia dike dibê çavkaniya xwe jî eşkere bike. 'Ez çavkaniya xwe vedişêrim'. Tu rojnamevan nînî, sondeke te ya wisa tune. Ez niha dipirsim û dibêjim 'Kê ev da te? FETOyiyan da te an rêxistinên îstixbaratê yên hin welatan, yan jî rêxistineke terorê da te, gelo dijminên Tirkiyeyê yên ku em nizanin da te, gelo we ev belgeyên sextê amade kir an jî meseleyê li nav hev dixin?' Yanê kî te bi kar tîne?
Yên ku îftirayê dikin, mirovên munafiq in, derewkirin yek ji elametê munafiqtiyê ye. Yek ji sermunafiqê siyaseta Tirkiyeyê jî Kiliçdaroglu ye û derewan dike. Ev elametê munafiqtiyê ye û mixabin ew xwedî vê elametê ye.
Gotegot derketine û dibêjin 'filan kesî û bêvan kesî daye.' Ez jî mereq dikim gelo rêxistineke îstixbaratê daye? Heger dabe tu ji bona berjewendiyên dewleta ku daye te dixebitî? Tu sîxurê angaje yê rêxistinên îstixbaratê yî? Tu kî yî, tu li dijî welatê xwe dixebitî? Heger rêxistineke terorê dabe tu alîgirê rêxistina terorê yî? Têkiliya te ya bi rêxistina terorê ra çi ye eşkere bike. Heger neyarên Tirkiyeyê dabin têkilî û muhebeta te ya bi neyarên Tirkiyeyê ra çi ye, divê eşkere bike.
Ez ji Birêz Kiliçdaroglu re dibêjim, 'Tu ji Tirkiyeyê, ji hikûmeta Tirkiyeyê, ji Serokomarê Tirkiyeyê çi dixwazî ku bê eyb û şerm bi hemû dijminên Tirkiyeyê re, bi dijminên miletê Tirkiyeyê re, li dijî Hikûmet û Serokomarê Tirkiyeyê re hevkariyê dikî.' Ma qet tiştekî wiha dibe? Kiliçdaroglu îro bûye pirsgirêka ewlekariyê ya neteweyî ya Tirkiyeyê, bûye meseleyeke neteweyî. Tiştên ku dike tiştên wisa nînin ku werin qebûlkirin.
Tiştekî wiha tuneye. Çima tuneye? Lewra me nekiriye, me pere neşandiye derva, em dibêjin me qurişiyek pere neşandiye.
Ez wisa difikirim ku ji Partiya Gel a Komarê (CHP) kesên rastbînî, aqilê wan ji kîsê xelkê nînin, bi rik û dijmintahiyê aqilê xwe teslîm nekirine jî heman pirsên me ji Kiliçdaroglu pirsîne. Bi ya min dibêjin 'Me evqasî rezîl û kepaze neke, me nexe asta derewkariyê, heqê te tune vê bikî'. Ez wisa difikirim ku dibêjin 'Taşeroniya FETOyê, rêxistinên îstixbaratê yên welatên din, dijminên Tirkiyeyê neke û heqê te tune ku tu partiya Ataturk ji halê Partiya Ataturk derxî'.
Niha jî hatine dibêjin 'Bira Meclis lêkolînê bike'. Ma te li ser vê lêkolîn nekiriye? Ma te piştrast nekir bê ka rast e an derew e? Diyar e ku li çûyîn, hatin, vir û wirê kaxiz mêze nekiriye. Didinê û diemilînin. Li Tirkiyeyê amûrê ku bikaranîna wî herî zêde hêsan e, Kiliçdaroglu ye. Ji ber wê yekê rêxistinên navneteweyî, rêxistinên terorê an jî rêxistinên îstixbarî baş dizanin ka li Tirkiyeyê wê kê biemilînin. Hema tên û wî diemilînin. Divê endamên Partiya Gel a Komarî, CHPyê ji vî amûrê ji bo emilandinê musaîd, rizgar bikin.
Ez niha ji Birêz Kiliçdaroglu û ekîba wî dipirsim hûn çima van perçeyên kaxezan nadin medyayê? Ez tiştekî din jî dipirsim, gelo Kiliçdaroglu di partiyê da perçeyên kaxezan daye çend kesan?
Em dibêjin me qurişek pere neşandiye dervayî welêt. Heke ku ez bibêjim 'Ya rast ez dibêjim, min neşand' wê gavê wê kî vê îsbat bike, yê ku dibêje 'şand' wê îsbat bike. Lazim e vê bi çi îsbat bike? Wî bi xwe roja duşemê di komcivînê de got 'Ez şandina wî îsbat dikim' û wan perçeyê kaxizan wisa bi kar anî. Ez jî dibêjim ku 'Min neşandiye, ew perçeyê kaxiza sexte ne, gotinên ku tu dibêjî derew in.' Wisa be ya ku dikeve ser milê te çi ye, lazim e tu îsbat bikî ku ew sexte nînin an jî divê tu nîşan bidî ku texrîfat nehatiye kirin û îsbat bikî ku gotinên te rast in.
Heger meriv bi îftirayê hevrikê xwe li ber çavê gel reş bike, gel jê sar bike, bêşerefiyeke pir mezin e, bênamûsiyeke pir mezin e, bêexlaqiyeke pir mezin e, nemerdiyeke pir mezin e. Lê heger meriv bi îftirayê zarok, xizm, heval û hogirên hevrikê xwe qirêj bike û bi vî awayî zirarê bide hevrikê xwe, ev yek jî bêşerefiyeke hê pir mezintir e, bênamûsiyeke hê pir mezintir e, bêexlaqiyeke hê pir mezintir e, nemerdiyeke hê pir mezintir e.
Hin aliyên navneteweyî îftiraya 'Tirkiye alîkariyê dide DEAŞa rêxistina terorê' avêtin. Paşê bi destê FETOya rêxistina terorê ser daraza Tirkiyeyê ra hewl dan ku îftiraya xwe bi kumpasê îspat bikin. Nika partiya ku di siyaseta Tirkiyeyê da herî zêde dibêje 'Tirkiye alîkariyê dide rêxistina terorê' kîjan e, CHP. Serokê giştî kî ye, Kiliçdaroglu. Bi xwe jî dizane ku tiştekî wiha tune, çima vê bi kar tîne? Ji bo ku 'Tirkiye bibe dewleteke ku alîkariyê dide terorê. Kesên Tirkiyeyê rêva dibin di dadgehên ceza yên navneteweyî da bên darizadin. Tirkiye ji civaka navneteweyî bê îzolekirin, zext li ser Tirkiyeyê bê kirin'. Gelo meriv qet wiha dike da ku di qada navneteweyî da li dijî welatê wî ev encaman derkevin?
Hewla derbeyê çêbû û li dervayî welêt her kes FETOyê diparêze. Amerîka û Almanya û yên din diparêzin. Tesîra vê parastinê li Tirkiyeyê çi ye? Heman tiştî ew jî dikin, lê bi terzekî din. Dibêjin 'Tirkiye welatekî ewle nîne, neçin', ew (Kiliçdaroglu) daxuyanî dide û dibêje 'Erê, neyên Tirkiyeyê, ewle nîne'. Çima? Bila Tirkiye zirarê bibîne. Di mijara azadî û mijarên din da bi zimanê Rojavayê diaxive.
Ev mijar êdî mijareke wisa nîne ku CHP bikaribe ji nav darazê derxîne, mijarek wisa 'Bila ew bidin, bibin' nîne. Tu dixwazî bide dixwazî nede ew dozên tezmînatê jixwe wê bên vekirin. Serlêdana dozgeriyê hat kirin. Ji ber vê yekê wê bersiva van tiştan li darazê bê dayin; lê belê berdêla herî mezin a vana wê gel li ser sindoqan bipirse.
Bi buxtanan ve wê nikaribin bigihêjin armanca xwe. Ewê nikaribin hezkirin û rêza gelê tirk a ji bo Serokomarê me ji holê rakin.
Amerîka bi destê darazê li New Yorkê şanoyekê dilîze, ev eşkere ye. Wek parçeyekî wê şanoyê bi destê Kiliçdaroglu va li Tirkiyeyê şanoyeke din a parçeyê wê ya li dijî Serokomarê me û endamên malbata wî tê lîstin. Dibê meriv van herduyan ji hev cuda nefikire. Lewra hedefa herduyan jî Tirkiye ye, hedefa herduyan jî hikûmet û Serokomarê Tirkiyeyê ye.
Me ji hemû mixatabên xwe ra got ku em li Efrînê destûrê nadin geşedanên li dijî Tirkiyeyê. Him di hevdîtinên bi Amerîkayê ra û him jî di hevdîtinên bi Rûsya û Îranê ra. Geşedanên li herêmê diqewimin rojeva me ya sereke ye. Efrîn jî rojeva me ya sereke ye.
Kesên ku ji Mamostetiya Agahiya Exlaqê û Çanda Dînî mezun bûne di bin banê Serokatiya Karên Diyanetê de nedihatin wezîfedarkirin. Ji vir pê va kesên ku ji Mamostetiya Agahiya Exlaqê û Çanda Dînî mezun bûne û yên ku ji Fakulteyên Îlahiyatê mezun bûne wê di xizmetên dînî yên di bin banê Serokatiya Karên Diyanetê de bên îstixdamkirin. Li ser xêrê be.
"(Pêvajoya nirxandina serlêdanên Komîsyona Lêkolînê ya ji bo kar û barê OHALê) Wextê em bi cîgirêserok re hatin bal hev, nirxandinên wekî dibe ku di nav hefteya pêş me de an hefteya dû re biryarê bê dayin hatin kirin. Heke radestî wezîfeyê bê kirin, jixwe mesele tune. Lê yên ku nehatibin radestkirin wê karibin serî li darazê bidin. Yanê ev tê wê wateyê ku rêya ev biryarên ku tên dayin ji darazê re jî vedibe."
Înşallah ji vir şûn da emê verastkirineke qanûnî ya ku pirsgirêka der barê taşeronan de ji binî va çareser dike sewqî Parlamentoyê bikin. Di dawiya meha çileya pêşîn, piştî budçeyê û di nav meha çileya paşîn de îhtimaleke mezin mijara taşerontiyê wê li Tirkiyeyê bê çareserkirin.
"(Sozê Trump ê ku ewê êdî çekan nedin YPGyê) Mixatabê me kê ye? Serok e ku Amerîkayê temsil dike, Trump e. Birêz Trump mixatabê me ye, Pentagon mixatabê Trump e, rasterast mixatabê me nîne. Wekî dewlet em bi birêz Trump ra mixatab in. Divê em rengvedana vê sozê ya li eraziyê bibînin. Birêz Trump gotina xwe got, helbet emê jî bişopînin bê ka wê çek bidin an na. Em li bendê ne ku ev soz bê bicihanîn."
news_share_descriptionsubscription_contact
