Özcan Yıldırım
06 Nîsan 2024•Rojanekirin: 13 Nîsan 2024
Ajansa Anadoluyê (AA) bi telîmeta Mustafa Kemal Ataturk di Şerê Rizgariyê da ji bo dengê têkoşîna neteweyî ragihîne 17 beriya ku Meclis bê vekirin di 6ê Nîsana 1920î da hat avakirin.
Ajansa Anadoluyê (AA) ya ku ji sedsalekê zêdetir e ji bo raya giştî ya neteweyî û navneteweyî naverokê û xeberan pêşkêş dike, îro bû wekî ajanseke ku Tirkî jî di nav da bi 13 zimanî weşanê dike, li 144 welatan fealiyetê dike û çavkaniya xeberên ewledar e.
AAya ku bi telîmata Xazî Mustafa Kemal Ataturk ji bo ku "Di Şerê Rizgariyê da dengê Anadoluyê ragihîne cîhanê" 17 roj berî TBMM bê vekirin di 6ê nîsana 1920î da hat damezrandin bi tecrubeya xwe ya ji sedsalî zêdetir va ji bo ku raya giştî ya neteweyî û navneteweyî bigihîne xeberên rast dixebite.
AA di rêza ajansên nûçeyan ên herî bi bandor û girambar da li pêş cî digire û geşedanên nû yên li herêmên herî bizavdar demildest digihîne aboneyên xwe, bi taybetî bi wêne û dîtbariyên xwe yên hêzdar ên ji erdnîgariyên dijwar ku nûçegihanê wan deran dijwar e pêşkêş dike va ferqa xwe nîşan dide.
AA bi Tirkî, Îngilîzî, Erebî, Rûsî, Kurdî (Kurmancî-Soranî), Fransî, Îspanyolî, Farisî, Endonezkî, Boşnakî, Elbanî û Makedonî bi tevahî bi 13 zimanan xeber, wêne û vîdeoyan pêşkêşî aboneyên xwe dike û AA ne tenê li Tirkiyeyê li dinyayê jî bi eleqe tê şopandin.
AAya ku piraniya wêne û xeberên di rojnameyên neteweyî yên Tirkiyeyê da tên weşandin çêdike bi taybetî bi weşanên xwe yên zindî yên li cihên girîng va xizmeta xwe ya ji bo aboneyên xwe didomîne. Ajans dema ku civînên girîng û bûyerên germ radigihîne aboneyên xwe ji cihên cuda yên dinyayê rojane tengaya 22 weşanên zindî dike.
AA bi saya tora xwe ya global 7 roj û 24 saetan xizmetê dide aboneyên xwe û li nav welêt li 81 bajaran 85 ofîs, li dervayî welêt jî li 39 navendan ofîsên AAyê hene û ajans li 144 welatan fealiyetê dike.
AA ji bo ku çalakiya xwe ya li qada navneteweyî zêde bike hevkariyan dike û bi hevkariyên xwe yên bi ajansên nûçeyan ên navneteweyî yên wekî Reuters, AFP, Getty Images, DPAyê ra ji bo têlevîzyonên dinyayê wêne, vîdeo û naverokan pêşkêş dike.