23 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir ku Tirkiye di têkoşîna dîroka xwe ya dijî terorê da ji heyamên herî zor yekê da ye û wiha got: "Ez ji vê bawer dikim, polêsê me, eskerê me, gundparêzê me û gelê me wê bibe yek û bi hev ra terorê biqedîne."
Bi himayeya Serokomar Erdogan, Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê (TFF) û Weqfa Yekîtiya Kûluban li Vodafone Arenayê bi armanca "dijî terorê yekîtiyê nîşandin", "Pêşbirka Rêzgirtina Şehîdan" li dar xistin.
Serokomar Erdogan tevlî xanima xwe Emîne Erdoganê hat stadê slav da malbatên şehît û xaziyan, beriya pêşbirkê axivî û got: "Ji bilî Komara Tirkiyeyê tu dewleteke me ya din tune. Dewletek tenê. Em ê bi vî awayî hev bigirin. Em ê bi îzna Xwedê Tirkiyeyê derxînin asta şaristaniyên mûasir."
Erdogan qala girîngiya yekîtiya welêt û alayê kir û wiha pê da çû: "Her stêrk şehîdek e, yê ku alayan dike ala welatê li ser e, ax heke kesên ku ji bo wê bimirin hebe welat e. Di 780 kîlomêtroyî de welatek tenê. Wisa dê li Başûrê Rojhilat wiha be, wir wisa be, vir wiha be, hûnê bedêlê wê bidin û hûn didin."
Serokomar Erdogan bal kişand ser êrîş û kirinên rêxistinên terorê yên ku li Tirkiyeyê diqewimin û wiha domand: "Tirkiye di dîroka têkoşîna dijî terorê de yek ji heyamên herî dijwar de ye. Rêxistinên terorê bi awayekî ku kîn girtine û çavsorî bûne hewl didin ku her kesê ku derdikeve pêşiya wan qetl bikin, canê wan biêşînin û hêstiran bidin barandin."