Nihat Kavşut
05 Nîsan 2018•Rojanekirin: 05 Nîsan 2018
ANKARA
Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglu: "Ez gotinên xwe yên der barê hunermendan da diparêzim. Heta min kêm gotiye."
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu li navenda giştî ya CHPyê bi Gultekîn Uysalê Serokê Giştî yê Partiya Demokrat (DP) û lijneya pê ra civiya.
Kiliçdaroglu ji bona gotinên xwe yên der barê hunermendên ku Qereqola Sînor ya Ogulpinarê ziyaret kirin da wiha got: "Ez gotinên xwe yên der barê hunermendan da diparêzim. Heta min kêm gotiye."
Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglu ji bona nîqaşên li ser îtifaqa hilbijartinê jî wiha got: "Li Tirkiyeyê meseleyên mezin hene. Divê ev mesele bên çareserkirin. Ji bona çareserkirina hemû meseleyan helbet heta ji dest were em ê bi partiyên siyasî yên li ser çareserkirina meseleyan li hev dikin ra biaxivin."