04 Tebax 2016•Rojanekirin: 05 Tebax 2016
DIHOK
Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) pêşniyaz kir ku Şingala ku di encama êrîşên DAEŞa rêxistina terorê de xira bû wek birdarî bimîne.
Barzanî li Dihoka bajarê Herêma Kurdistanê beşdarî konferansa bîranînê ya ku ji ber salvegera 2yemîn a êrîşa DAEŞê ya ser Şingalê hat lidarxistin bû.
Barzanî di konferansê de axivî û got "Ji bo ku nifşên me yên bê bibînin ku felaketên çawa hatine serê gelê me ez pêşniyaz dikim ku Şingala xirabeyî wek bîrdarî bimîne."
Barzanî xwest ku dest nedin aliyê xirabe yê navçeyê û got ku divê ji bo şingaliyan li kêleka cihê xirabûyî bajarekî nû bê avakirin.
Barzanî qal kir ku çalakiyên DAEŞê ne li gor dîn û qanûnan e û wiha axivî:
"Di hemû qanûnên dinê de di dema şer de mafê jin û zarokan tên parastin. Ew tiştên ku DAEŞa rêxistina terorê dike ne tu dînê de, ne di qanûnê de ne jî di mezhebê de heye. Lewra jî hemû sifetên ku dê ji bo wan bên bikaranîn kêm dimînin, ji ber ku ew hiv, kafir û bêdîn in. Wan îspat kir ku ew bêdîn in û em jî oldar in. Gelê me namûsa xwe û xwedîlêderketina namûsa xwe îspat kir. Dema ew têk çûn gelê me destê xwe dirêjî namûsa tu kesî nekir. Ferqa di navbera me û wan de ev e. Ne dînê wan heye ne jî namûsa wan. Gelê me ji civakeke dîndar û bi namûs e."
- "Xwestin ku ji rewşa Şingalê îstifade bikin"
Barzanî bêyî ku nav bide qal kir ku PKKya rêxistina terorê û komên çekdar ên din xwestin ku ji rewşa xirab a li Şingalê sûd wergirin û wiha axivî: "Mixabin hewl dan ku ji rewşa xirab a li Şingalê îstifade bikin. Mijar neteweyî bû û hêzên pêşmergeyan di demek kurt de bersiva hewcedar dan. Beriya ku pêşmerge bê bajêr rizgar bikeî rêyan veke ew li ku bûn? Heke ev qas îmtiyaz û hêza wan hebe çima Şingal rizgar nekirin?"