31 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2016
ANKARA
Wezareta Karên Navxweyî da zanîn ku li 20 bajêran 42 bi FETOyê re têkildar, 26 PKK/KCKyê re têkildar, 3 bi DHKP-Cyê re têkildar 19 yên din bi rêxistinên çepgir ên radîkal re têkildar û 4 heb jî bi DEAŞê re têkildar bi tevahî fealiyetên 94 komeleyên hatin tespîtkirin ku ji bo ewlehiya neteweyî tehdîd in hatin rawestandin.
Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Çapemeniyê ya Wezareta Karên Navxweyî hat dayîn di xebatên ku li 20 bajêran tên kirin de bi FETOyê re têkildar 42, bi PKK/KCKyê re 26, bi DHKP-Cyê re têkildar 3, 19 hebên din ên rêxistinên çepgir ên radîkal re têkildar 19 û 4 heb jî bi DEAŞê re têkildar bi tevahî 94 komele ji bo ewlehiya neteweyî tehdît in.
Fealiyetên komeleyên navborî di çarçoveya madeya 11emîn a Qanûna OHALê de ji bo parastina ewlehiya giştî, asayîş û nîzama kamûyê ji aliyê walîtiyan ve hatin rawestandin.
Xebatên lêkolîn û nirxandinê yên der heqê van komeleyan de berdewam dike, têkoşîna dijî hemû sazî, dezgeh û rêxistinên bi rêxistinên terorê re têkildar dê bi biryardarî berdewam bike.
Ji aliyê din ve bi qerarnameyên di hikmê qanûnê de ya bi nimreya 667 a 23yê tîrmeha 2016an û ya bi nimreya 677 a bi dîroka 22yê sermaweza 2016an ve hezar û 108ên bi FETOyê re têkildar, 189 hebên bi PKK/KCKê re têkildar, 20 hebên bi DHKP-Cyê re têkildar û 8 heb jî bi DEAŞê re têkildar bi tevahî hezar û 325 komele hatibûn girtin.