31 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 01 Rêbendan 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Iraqê Heyder El Îbadî îşev li ser telefonê axivîn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên serokomariyê hatin bidestxistin di hevdîtinê de digel têkiliyên du alî li ser têkoşîna hevpar a dijî terorê sekinîn.
Hat diyarkirin ku Serokomar Erdogan û Serokwezîrê Iraqê El Îbadî destnîşan kirin girîng e ku diyaloga di navbera her du welatan de bê xurtkirin, geşedanên ku di vê çarçoveyê de di heyama dawîn de qewimîn mirov kêfxweş dikin.
Erdogan û El Îbadî destnîşan kirin hewcedarî heye li dijî hemû rêxistinên terorê têkoşîna hevpar bê dayîn û destnîşan kirin ku dê misade nekin ku teror herêmê bêîstiqrar bike.
Di axaftinê de dan zanîn ku ziyareta ku Serokwezîr Bînalî Yildirim plan dike ku di meha kanûna paşîn de biçe Bexdayê ji bo pêşxistina têkiliyên dualî û nêrînên xwe du alî bi hev re parve bikin firsendeke girîng e.
Hat ragihandin ku Serokomar Erdogan û Serokwezîrê Iraqê El Îbadî bi wesîleya hevdîtinê de gotin em hêvî dikin ku 2017 di serî de Tirkiye û Iraq ji bo hemû herêmê bibe wesîleya îstiqrar û aştiyê.