Türkan Tosun
13 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2019
ANKARA
Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçuk daxuyand ferqa ku di mehaneya teqawîdbûyiyan da çêbûye wê vê mehê bê dayîn.
Selçuk di daxuyaniya nivîskî da da got mehaneya kesên teqawîd bûne, yên mamul, malulên wezîfeyê, bî û êtîman a çileya paşîn di navbera 1 û 5ê mehê da hatiye dayîn.
Selçuk got ferqa ku di mehaneya teqawîdbûyiyan a 1ê Çileya Paşîn a 2019an da çêbûye wê di 25ê Çileya Paşîn da ji PTT û bankayan bê dayîn.
Wezîr Selçuk wiha got. "Mehaneya kesên SSKyê wê di navbera 17 û 26ê Çileya Paşîn da, yên Bag-Kurê jî di navbera 25 û 28ê Çileya Paşîn da bi zem wê bên dayîn."