Sevim Hatun
24 Tebax 2017•Rojanekirin: 25 Tebax 2017
ANKARA
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî: "Referanduma Barzanî ya amadehiyên wê tên kirin bajarên tirkmenan jî hildide nav xwe û divê em heta dawiyê li hember derkevin. Divê bê zanîn ev referandum provaya Kurdistanê ye. Ev referandum bi temamî dijî tirkmenan û Tirkiyeyê ye. Dema hewce bike divê ev referandum ji bo Tirkiyeyê bibe hinceta şer."
Bahçelî di civîna çapemeniyê ya li navenda giştî ya partiyê li dar xist de pirsên der barê rojevê de bersivand û der barê rojevê de nirxandin kir.
- Divê her kes hedê xwe bizanibe
Bahçeliyê Serokê Giştî yê MHPê got gelê tirk ji bo Almanyayê torbeyê qûmê û goga stresê nîne ku lê hêrs bibe û lêxe û wiha dewam kir:
"Tirkiye ji bo Almanyayê girseyeke mehkûm û neçar nîne ku dema aciz bibe jê xeber bide. Divê her kes hedê xwe bizanibe. Komara Tirkiyeyê dewleta kon nîne kî rabe gefên xwe lê bike û tiliya xwe jê ra bihejîne û bîne hîzayê. Ji ber vê jî MHP di polîtîkaya derva da li cem hikûmet û dewletê cî digire. Polîtîkayên dijî Almanyayê rast dibîne û bi dilsozî piştgiriyê dide."
Bahçelî got hewaya siyasetê qirêj dikin û wiha pê de çû: "Li gor min polemîkên li ser girtina lîderê partiya mixalefeta sereke zirarê didin demokrasiya me, hewaya siyasetê qirêj dikin. Kampanyayeke zanatî, sîstematîk, bidefo û reş li holê ye. Hewesa CHPyê jî ew e ku jê berjewendiyên siyasî bi dest bixe. Birêz Kiliçdarogluyê ku Tirkiyeyê giliyê welatên biyanî dike, li holê tu tiştek tune, bi tenê ji axaftina Serokomar encamên nebûyî derdixe, hêzdarbûna mixalefetê bi avêtina kelepçeyan girê dide. Li gor me ev trajîkomîk e."
- PKK li Almanyayê hespê xwe dibezîne
Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî wiha axivî: "Em daxuyaniyên siyasetmedarên Almanyayê yên bêbingeh û skandal dibînin ku li gor siyaseta xwe ya navxweyî dibêjin û xetayê dikin. Em tevger û hereketên wan ên bialî û seqet dibînin ku bi rêxistinên terorê ra dikevin heman hêlê. Almanya dema li hesabê wê tê xwe wekî dewleta demokrat û azadîxwaz û dewleteke pêşketî nîşan dide, lê bi alîkariya bi veşartî dide rêxistinên terorê li ser sûc tê qefaltin. FETO li Almanyayê ye, PKK li Almanyayê hespê xwe dibezîne. Terorîstê bi navê Adil Oksuz çawa ji Tirkiyeyê derket, bi kîjan rê û wasiteyan hat derxistin, bi kê ra axiviye hê nayê zanîn û nepenî ye."