24 Tebax 2017•Rojanekirin: 04 Îlon 2017
GAZÎANTEP
Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ya ku bi mekanên xwe yên dîrokî, tûrîzma dîn û baweriyan û tehmên xwe yên cuda va her diçe para xwe ya tûrîzmê zêde dike ew ê ji bo kesên ku derkevin tetîla Eyda Qurbanê ya 10 rojî bibe rawestgeh.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê berhev kirin, tûrîzma Başûrê Rohilat di van salên dawîn da ji ber bûyerên terorî gelek tengasî kişand, bi pêkanîna rewşa hizûr û ewlehiyê va tûrîzma herêmê dîsa radibe piyan.
Herêma ku bi tûrîzma bawerî, çand û gastronomiyê va her diçe para xwe ya tûrîzmê zêde dike bi bajarên xwe yên dîrokî û xweşik îmkana tetîleke xweş dide ziyaretvanan.
Tê çavnêrîkirin ku li Gazîentab û Şanliurfaya ku di van demên dawîn da ziyaretvan eleqeyê nîşan didin ji bo 10 rojên Eyda Qurbanê qerebalixî hebe.
Piraniya rezervasyona otêlên li bajêr tijî bûye, xwediyên otêlan ji ziyaretvanan ra dibêjin bêyî rezervasyonê dernekevin tetîlê.
Li Gazîentaba ku bi tûrîzma gastronomiyê balê dikişîne qerebalixiya ziyaretvanan heye.