Önder Beyter
01 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2018
NABLUS
Li bajarê Nablusê yê li Şerîeya Rojava bi sedan Filistîniyan ji bo rabûna astengiyên ku rêveberiya Filistînê li ser Xezeyê disepîne, xwepêşandan li dar xist.
Bi sedan Filistîniyên ku li bajarê Nablusê li Meydana Eş-Şuheda civiyan, astengiyên ku rêveberiya Filistînê dane ser Xezeyê, protesto kirin.
Xwepêşandêran pankartên wekî "Bira îşxal bi dawî bibe", "Perçebûna Filistînê bira bi dawî bibe", "Sepanên cezakirinê yên dijî Xezeyê bira bi dawî bibin" bilind kirin.
Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebas di daxuyaniya xwe ya 19ê adarê da ragihandibû ku ew ê der heqê Xezeyê da biryarên hiqûqî, qanûnî û darayiyê werbigirin.
Karmendên Xezeyî ji ber ku rêveberiya Filistînê miaşên wan dibire û dereng dide, pirî caran xwepêşandanan li dar dixin.
Li Xezeyê Hemasê di 2007an da rêveberî hildabû ser xwe û li ser vê yekê jî hikûmeta Filistînê ya li Şerîeya Rojava jî ji karmendên li Xezeyê xwestibû ku neçin kar. Ji ber vê çendê Hemasê jî 40 hezar karmend tayîn kiribû.
"Dosyeya meaşên karmendan" di peymana dawîn a lihevkirinê ya ku Hemas û Fethê par di 12ê cotmehê da ji bo bidawîkirina perçebûna li Filistînê îmze kiribûn da jî bûbû sedemê pirsgirêkê.