18 Mijdar 2015•Rojanekirin: 19 Mijdar 2015
Demsal ku dibe havîn bi sedan cureyên teyr, tû û çivîk tên hewzeya Gola Wanê û heta ku payîza derengî li vê hewzeyê dimînin. Merivên ku kêfa wan bi siruştê ra tê û wêneyan dikşînin, tên vê hewzeyê û dîmena van teyr û tûyan temaşe dike. Flamîngo yek ji van çûkan e ku meriv havînê hejmetel dimîne û temaşe dike, lê vê gavê ji ber ku hewa sar bû, flamîngoyan berê xwe dan herêmên germ.
Flamîngo havînê ew qas dîmenên xweşik derdixin holê ku, bala tûrîstan jî dikşîne û herêm ji aliyê tûrîzmê va jî geş dibe.
Flamîngo ji meha nîsan û het niha li ser Gola Erçekê tar bûne. Ev gol 30 kîlomêtre dûrî bajêr e.
Ji ber ku demsal guherî, flamîngoyan jî xatir xwest û berê xwe dan herêmên germ.
Endamê Hîndekariyê yê Fakulteya Veterînerê ya Zankoya Yuzuncu Yilê û Midûrê Navenda Parastina Jiyana Kovî û Rehebilîtasyonê Doç. Dr. Lokman Aslan got ku her sal flamîngo û gelek cureyên çûkan tên ser Gola Erçekê.
Aslan got ku ew ji bo ku tara van teyr û tûyan were parastin û çûk nemirin, ew her demsala havînê lêkolînan dikin.
Aslan got ku bi hatina sermayê ra flamîngo koç dikin û diçin parzemîna Efrîqayê û Gola Ûrûmiye û Xezara Îranê, ku dibe bihar, dîsa tên.
Aslan got ku ji bilî Gola Erçekê, flamîngo herî zêde xwe didin Çelebîbagi û Kasimbaxiya qeraxê Erdîşa Wanê.