15 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2016
PARÎS
Li Fransayê ji ber êrîşa terorî ya ku duh li bajarê Niceyê di dema pîrozbahiyên 14ê Tîrmehê Roja Neteweyî da hat lidarxistin û herî kêm 84 kes hatin kuştin û ji bo kesên can dan li seranserê welêt 3 roj şîna neteweyî hat îlankirin.
Serokwezîrê Fransayê Manûel Vals biryara der barê şîna neteweyî da piştî civîna Konseya Ewlehî û Parastinê ya ku di bin serokatiya Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande li Qesra Elyseeyê hat kirin eşkere kir.
Serokwezîr Wals diyar kir ku ew "Di şer da ne" li hemberî terorê serî natewînin û ji bo mexdûrên êrîşa terorî hemû derfetên dewletê seferber kirin û çi hewce bike jî wê bikin.
Wals got ku Fransa mecbûr e bi terorê re bijî lê wê yekîtiya xwe bidomîne.
- Bûyer
Li bajarê Niceya ku dikeve başûrê Frensayê duh bi şev kamyonek kete nav qerebalixa pîrozbahiyên Roja Neteweyî ya 14ê Temûzê û di êrîşê da 84 kes hatin kuştin.