Fatih Gazioğlu
21 Nîsan 2018•Rojanekirin: 23 Nîsan 2018
SAMSUN
Geliyê Kizilirmakê ya ku di navbera sinorê Bafra û Alaçama navçeyên Samsunê dimîne bi hatina bihar û çûkan qeş bû.
Geliyê Kizilirmakê ku bi qasî 56 hezar hektar fireh e, li ser nêzî 356 cureyên çûkan dijîn.

Midûrê Herêma 11emîn yê Wezareta Daristan û Avê Hasan Terzîoglu daxuyanik da nûçegihanê AAyê û wiha got:
"Li geliyê Kizilirmakê qasî 356 cureyên çûkan dijîn. Ji hinekî wan piştî zivistanê ji koçî Sibiryayê dikin. 140 cureyên çûkan jî li vê derê disekinin û hêkên xwe dikin. Legleg, quling, dîkê sazê, werdeka serkesk, werdeka macar û hin cureyên çûkan yên din jî piştî ku hêkên xwe kirin vedigerin ciyên ku jê hatine."

- Geliyê Kizilirmakê
Geliyê Kizilirmakê li herêma Samsunê ber bi Behra Reş va diçe. Gelî bi qasî 56 hezar heqtar fireh e û li ser jî 356 cureyên çûkan dijîn. Li Tirkiyeyê di nav mekanên biavkî de ciyekê navdar tê zanîn.
Geliyê Kizilirmakê ya Bihûşta Çûçikan di sala 2016an de hildabûn Lîsteya "Berwext ya Mîrateyên Dinyayê" ya UNESCOyê.