Muhammet Kurşun
02 Îlon 2017•Rojanekirin: 03 Îlon 2017
ÎSTANBUL
Serkomar Recep Tayyîp Erdogan, bi munasebeta Eyda Qurbanê bi telefonê li Serkomarê Qazaxistanê Nursultan Nazarbayev, Serkomarê Senegalê Macky Sall û Serkomarê Nijeryayê Mûhemmed Buxarî geriya û pîrozbahiya eydê li wan kir.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên serkomariyê hatin wergirtin, Erdogan Eyda Qurbanê li lîderan û xelkê wan kir û bal kişand ser ehemmiyeta çareserkirina krîza însanî ya li Myanmarê.
Erdogan, ji bo Eyda Qurbanê roja erefê û do jî li serokên welatên alema îslamê geriyabû.