Önder Beyter
30 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2018
IGDIR (AA) - Çiyayê Gilîdaxê ku wekî "baniyê Tirkiyeyê" tê tewsîfkirin, bi ketina berfê ra spî çîl bû.
Li serê Çiyayê Agiriyê ku bi 5 hezar û 137 metre raqima xwe va çiyayê herî bilind ê Tirkiyeyê ye û di navbera Îdir û Agiriyê da dimîne, berf ket.
Ji ber berfê ji 2 hezar raqimê bigire heya zîrveya çiya, spî çîl bû û bû wekî bûkeke xemilandî.
Çiyayê Agiriyê bi vê dîmena xwe ya çîl qerqaş va mirovan hejmetkar dihêle.