11 Mijdar 2016•Rojanekirin: 13 Mijdar 2016
MARDÎN
Muhammet Fatîh Safîturkê Qaymeqamê Dêrikê ku di êrîşa endamên PKKya rêxistina terorê da şehît ket, bi destê Wezareta Karên Navxweyî bi biryarnameya di hikmê qanûnê da li Şaredariya Dêrikê hatibû wezîfedarkirin û ji bo xizmeta gel bike hewl dida.
Safîturk di sala 1981an da li Sakaryayê tê dinyayê û di sala 2004an da ji Beşa Têkiliyên Navneteweyî û Zanista Siyasetê ya Zanîngeha Marmarayê mezûn dibe. Safîturk di sala 2005an da li Sekreteriya Parastinê ya Wezareta Gihandinê dest bi kar dike û di navbera salên 2006-2008an da li Midûriyeta Giştî ya Nasandinê ya Wezareta Çand û Tûrîzmê wek alîkarê pispor, di sala 2009an da li Kureya navçeya Kastamonuyê wek wekîlê qaymeqam û di salên 2011-2013an da li Boluyê wek Qaymeqamê Kibriscikê kar dike.
Safîturk di navbera salên 2013-2015an da li Bîngolê wek Qaymeqamê Kîgiyê kar dike û peyra ji bo Qaymeqamtiya Dêrika Mêrdînê tê tayînkirin.
Safîturk piştî ku li Dêrikê hat wezîfedarkirin ji bo berterefkirina zirar û ziyana PKKya rêxistina terorê da navçeyê hewl da û bi gelê herêmê ra jî hevdîtin dikir. Di dew û dozên dihatin kirin da jî li bal welatiyan cih digirt.
Di daxuyaniyeke xwe da Safîturk wiha gotibû: "Naxwaze di kuçeya wî da çal bê kolandin û barîkat bê danîn. Gelê Dêrikê dixwaze ew makîneyên kar ên bi budçeya Komara Tirkiyeyê hatine kirin bila ji bo xizmeta gel û binesaziya nevçeyê bên bikaranîn. Naxwazin ku bi derfetên şaredariyê terorîst çalan bikolin. Gelê Dêrikê ev peyam da."
Di 11ê îlonê da li Şaredariya Dêrîkê hat wezîfedarkirin
Di dewsa 28 şaredarên ku di çarçoveya lêpirsîna ku Wezareta Karên Navxweyî bi hinceta alîkarîdayîna PKK û FETOyê dabû destpêkirin da ji wezîfeyê hatibûn hildan da bi Biryarnameya Hikmê Qanûnê va hin kes wek şaredar hatibûn wezîfedarkirin, Qaymeqam Safîturk jî di vê çarçoveyê da li Şaredariya Dêrikê hatibû wezîfedarkirin.
Qaymeqam Safîturk ji alîkî va hewl dida ku xizmetê bide gelê Dêrikê ji alîkî va jî ketibû nav xebatên mezin. Safîturk hem ji bo Qaymeqamtî hem jî ji bo wezîfeya li şaredariyê bidomîne bi şev û roj dixebitî û ji bo xizmetê ji gel ra bike proje amade dikir.
"Navçeya me ev xizmet 100 sal e nû dît"
Safîturk destnîşan kiribû ku ew ê 33 kîlometreyê din jî asfalt bikin û wiha axivîbû:
"Navçeya me ev xizmet 100 sal e nû dît. Bi vî kolanên me paqij bûn. Li ser asfaltê tiştek hebe meriv derhal dibîne. Berê me nedidît. Teqemenî didan bin kevirê parqê û dîsa serê wî digirtin. Ev îhtimal bi saya asfaltê ji holê hat rakirin. Êdî nikarin bi dest û makînayan bombeyan bi cih bikin."