11 Mijdar 2016•Rojanekirin: 13 Mijdar 2016
ANKARA
Serokwezîr Yildirim: "Em ê tevî MHPyê destûra bingehîn biguherînin û pergala serokatiyê bînin."
Serokwezîr Bînalî Yildirim li Trabzonê xitabî gel kir.
Serokwezîr Yildirim di xeberdana xwe da bal kişand ser têkoşîna li dijî terorê û wiha got: "Bi şev û bi roj, li çar aliyê welêt, di kîjan şikeft û qulê da terorîst hebin, heta ku biqedin wê têkoşîna me dewam bike."
Yildirim axaftina xwe wiha dewam kir: "Em bi terorê re û baskên wan ên siyasî ra dema têdikoşin dibînin ku çiqas hez kir û piştgirên vana hebûne. Hemû welatên Ewropayê dibêjin eman destê xwe bi van merivan nekin, birê min emê çima tev nebin? Dadgeh gazî dike dibêje 'werin îfadeyê bidin'. Ew dibêjin 'ez dadgeha te qebûl nakim, nayêm û îfadeyê nadim, tu nikarî min bibî'. Tu hatî, te îfadeya xwe da, mayê hewce dikir tu hîn bûyî? Tu yê hîn bibî. Ev der dewleta hiqûqê ye, Komara Tirkiyeyê ye li vê derê sewtika terorê dernakeve."
Serokwezîr Yildirim diyar kir ku bila partiya mixalefetê ya sereke bi aqlê selîm tevbigere û wiha peyivî: "Ez bang li partiya mixalefetê ya sereke dikim ku bi aqlê selîm tevbigerin. Bila bi devê sponsorên terorê yên derva xeber nede. Tu nabînî Tirkiye pirsgirêk û meseleyên çawa mezin derbas kir? Şehîtên me nabînî? Têkoşîna bêeman a li dijî terorê nabînî? Niha dem dema xwedîlêderketina welêt e, dem dema yekîtiyê ye. Dema xweşîrînkirina ji bo cudakara û goygoyciyên terorê nîne. Dem dema ji bo pêşeroja dewlet û gel, yekbûnê ye. Birêz Kiliçdaroglu hê ku wext heye dev ji vê rêyê berde. Ev rê ne tu rê ye û ev kuçe kuçeyeke girtî ye."
Yildirim der barê guherandina destûra bingehîn û pergala serokatiyê da wiha xeberda: "MHP û Devlet Bahçeliyê Serokê Giştî, dîsa bi aqlê selîm û welatperwerî guh da pêşeroja welêt. Ji bo çareserkirina meseleya herî mezin a Tirkiyeyê guh neda her cure hesabên siyasî û berpirsiyariyê hilda di vê mijarê da. Em ê tevî MHPyê guherandina destûra bingehîn çêkin û pergala serokatiyê bînin."
Serokwezîr Yildirim xeberdana xwe wiha berdewam kir: "Serokê Giştî yê Partiya Muxalefeta Sereke derketiye hin gotinan dibêje, dema mirov guhdar dike diricife. Dibêje ya ku alîkariya terorê dike AK Partî ye. Ya ku El-Nusra, DEAŞ, PKK û FETOyê kiriye belaya serê Tirkiyeyê AK Partî ye. Ev çiye birê min? Partiya Muxalefeta Sereke ya welêt rêya xwe şaş kiriye û nizanim wê li kê derê biqelibe. Xwedî alî bike. tiştê ku dibêje nabihîse. Yê ku li Tirkiyeyê bi hemû rêxistinên terorê ra têdikoşe kî ye, AK Partî ye. Yê ku him li FETO û him jî li rêxistinên terorê yên din xwedî derdikeve û parêzerî û hakimtiya wan dike kî ye? Evê jî milet zane. Zane kî çi dike. Ge bazdidin wî alî ge bazdidin vî alî. Çiye ezbenî, girtin hene, çiye, binçavkirin hene. Birê min ji kîjan demê vir va sûc kirin meşrû bûye li vî welatî? Li derbeker û cudaxwazan xwedîderketin kar û wezîfeya partiya muxalefeta sereke ye?"