Nihat Kavşut
14 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2018
ÎSTANBUL
Midûrê Giştî yê Rêhewayên Tirkiyeyê Bîlal Ekşî der barê Balafirgeha Nû ya Stenbolê da ji nûçegihanê AAyê ra axivî.
Bîlal Ekşî destnîşan kir Rêhewayên Tirkiyeyê ji Balafirgeha Nû ya Stenbolê li nav welêt wê sefera xwe ya ewil ji bo Enqereyê û li derveyî welêt jî wê sefera xwe ya ewil ji bo Azerbaycan û Qibrisa Bakur bike.
Midûrê Giştî yê Rêhewayên Tirkiyeyê Ekşî diyar kir Rêhewayên Tirkiyeyê wê 31ê Cotmehê di seet 02.00an da bar bike Balafirgeha Nû ya Stenbolê û got wê bi 800 TIRî di nav 12 saetan da bar bikin.
Bîlal Ekşî destnîşan kir di nav Turkish Cargoya marqeya Rêhewayên Tirkiyeyê û ZTOya Çînê û PAL Aira Hong Kongê da meha îlonê wê şirketek bê avakirin.
Midûrê Giştî yê Rêhewayên Tirkiyeyê Bîlal Ekşî destnîşan kir şirketa bi navê Turkish Ground Services wê qederê hezar û 600 personelî hilde û Rêhewayên Tirkiyeyê jî wê qederê 3 hezar personelî hilde kar.
Ekşî eşkere kir li gor hedefên 2023an 4 jê kargo 14 balafirên me siparîş dane wê îsal bên û di sala 2019an da jî wê 41 balafirên me yên nû çêbin.