14 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2018
İSTANBUL
Li Stenbolê di operasyona dijî şaxa ciwanan a PKKya rêxistina terorî da 9 kes bi îdiaya endamtiyê hatin derdestkirin.
Li gor agahiyên hatin sitandin, ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Stenbolê, îxbar hildan ku şikbarên tê îdiakirin endamê DGHa şaxa ciwanan a rêxistinê ne ew ê di 15ê Tîrmehê Roja Yekîtiya Neteweyî û Demokrasiyê da li Baxcilara navçeya Stenbolê çalakiyên sansasyonel bikin li ser vê xebat dan destpêkirin.
Ekîban di çarçoveya lêpirsînê da bi piştgiriya polêsên herekata taybet va operasyona hemdem kirin û yek ji wan 18 salî piçûktir bi tevahî 9 şikbar binçav kirin.
Ekîb li navnîşanên şikbaran geriyan û di lêgerînê da gelek dokumanên rêxistinê û amûrên dijîtal girtin.
Karûbarên li ewlekariyê yê şikbaran hê dewam dikin.