Nihat Kavşut
08 Gulan 2018•Rojanekirin: 09 Gulan 2018
ANKARA
Serokomar Erdogan ji bona daxuyaniya li Fransayê ku tê da hat diyarkirin divê ji Qur'ana Pîroz hin îfade û gotin werine derxistin wiha got: "Hedê we ye ku hûn gotinên wiha dikin?."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Kongre û Çandê ya Gel ya Beştepeyê beşdarî "Merasima Vekirina Komî ya 250 Berhemên Hatine Restorekirin û Hefteya Weqfan" bû û li vir axivî.
Serokomar Erdogan bal kişand ser polîtîkayên çand û hunerê û wiha peyivî: "Di mijara ku em polîtîkaya xwe ya çand û hunerê bikin lokomotîfa tesewira xwe ya medeniyetê beyariyek heye û divê em demildest ji vê xilas bibin. Di ciyê ku piştgirî û pêşengiya welêt, civak, dîrok û medeniyeta xwe bike li holê rewşa çandî û hunerî heye ku neyartiyê dike. Encama vê rewşê jî teslîmiyeta çandî ya populîzma kurewî ye."
Erdogan destnîşan kir ku em nikarin di warê perwerdeyê da ji xezîneya xwe ya heyî îstifade bikin û wiha got: "Civak û dewletên din ji dîroka xwe ya ku tuneye efsaneyan derdixin û zarokên xwe li dorê dicivînin, lê em nikarin ji xezîneya xwe heyî îstifade bikin. Di heyama bê da armanceke me ya mezin jî ew ku ji hêla naverok û fizîkî va em pergaleke perwerdeyê ava bikin ku vê hişmendiyê bide zarokên me."
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da wiha got: "Kesên ku qala îdiaya komkujiya Êrmeniyan ya qaşo dikin ez her dem wiha bangî wan dikim: Heger hûn ji xwe bawer dikin fermo, em arşîvên xwe vedikin, heger heye hûn jî arşîvên xwe vekin."
Erdogan ji bona daxuyaniya li Fransayê ku tê da hat diyarkirin divê ji Qur'ana Pîroz hin îfade û gotin werine derxistin wiha got: "Hedê we ye ku hûn gotinên wiha dikin?."
Serokomar Erdogan ji bona daxuyaniya li ser Qur'ana Pîroz destnîşan kir ku ti ferqa wan ji DEAŞê tuneye û got ku li gorî me ev nîşaneya cehaleta wan e.
Erdogan di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "Em çawa li hember kesên ku li nav Ewropayê mescidan dişewitînin derdikevin bi heman awayî li hember kesên ku li Sûriye û Iraqê êrîşî dêran dikin jî derdikevin. Divê helwesta me ji bona hin siyasetmedarên Ewropayê yên Îslamofobîk bibe ders. Bi taybetî ji bona Sarkozy..."