İbrahim Atmaca
06 Sibat 2019•Rojanekirin: 07 Sibat 2019
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Di warê ewlehî, çêkirina daneyan, parastin, tenduristî, perwerde, teknolojî û hişê çêkirî da em mecbûr in ku li ser lingên xwe bisekinin."
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Çand û Kongreyê ya ODTUyê di vekirina ODTU Teknokentê da axivî.
Serokomar Erdogan li ser girîngiya pêşketina teknolojiyê sekinî û wiha got, "Em çawa ku bêyî serweriya ser axa xwe nikarin bibin serbixwe, em nebin serwerê teknolojiyê jî nikarin serxwebûna xwe bidomînin."
Erdogan bal kişand ser qalîteya hîndekariya bilind û wiha dewam kir: "Di heyama nû da divê êdî em li ser qalîteyê bisekinin. Sermayeya me ya beşerî hêza me ya herî mezin e. Ji bo vê jî şert e ku em pergala xwe ya hîndekariya bilind bi saziyên wê û rêvebiriya wê va pir pêş bixin. Niha pergaleke me ya perwerdeya bilind ya îdeal tuneye û ev rastiyek e. Heger Tirkiye pêşva here, xurt bibe û pêş bikeve em dixwazin di vî warî da jî xebatên mezin û berfireh bikin."
Serokomar Erdogan diyar kir ku zanîngehên hin weqfan peyê qezencê ketine û wiha dewam kir:
"Em xemgînî dibînin ku hin zanîngehên me yên weqfan, bi hişmendiyeke ku eleqeya wê bi weqiftiyê ra tuneye tevdigerin û tenê ji bo qezencê dixebitin. Divê li ser vê mijarê jî bi hesasî were sekinandin. Zanîngehên me yên weqfan her çiqas cihê tên girtin jî çend îstisna ne tê da di zêdekirina kalîteya fêrkirin û perwerdeyê da gorî hêviyên me feydeyê nadin."
Erdogan ji bo armanca teknoparka ODTUyê jî wiha got, "Ji bo pêşî lê bibirin ku teknopark ji armanca avakirina xwe dûr nekevin di bijartina saziyan da dibê hesasiyet were nîşandan."
Serokomar ji bo zanîngehên ku rêvebiriya wan seba zanist û teknolojiyê dixibitin jî wiha got, "Ji dil û can bawer dikim ku zanîngehên di destê rêveberiyên xwe ji bo zanist û teknolojiyê feda kirine da ne ew ê di demeke kin da bigihîjin asta ku em dixwazin."