22 Sibat 2017•Rojanekirin: 22 Sibat 2017
ANKARA
Di hemleya asîmanî ya ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) duhê li dijî dewrûbera Hekariyê û herêma Zapê ya li bakurê Iraqê li dar xist da 15 terorîstên di zivingan da hatin kuştin.
Li gorî daxuyaniya Sererkaniyê, di hemleya asîmanî ya ku firokeyên cengê yên Fermandariya Hêzên Asîmanî duhê li dijî dewrûbera Hekariyê û herêma Zapê ya li bakurê Iraqê li dar xist da 15 terorîstên di zivingan da hatin kuştin.
Ji hêla din, duhê di saet 13.40î da di encama guhdarîkirina bêtêlê da hat tespîtkirin ku li devera girê Para, girê Kumru, girê Çukur û girê Hubiyê terorîstên mensûbên rêxistina terorê ya cudaxwaz hene.
Deverên destnîşankirî bi topavêj û hewanê hatin topbarankirin. Li gorî axaftinên bêtêla terorîstan, di encama topbaranê da du terorîstên bi navê "Merwan" û "Mordem" hatin kuştin, gelek jê jî birîndar bûn.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên leşkerî hat wergirtin, di vê hefteya dawîn da gelek terorîst amadehiyê dikin ku ji herêma Zapê derbasî nava Tirkiyeyê bibin.
Di encama kewşên ku di vê çarçoveyê da hatin kirin da terorîstên ku cih û fealiyetên wan hatin kifşkirin, ji layê firokeyên cengê yên Fermandariya Hêzên Asîmanî hatin lêdan.
Rayedarên leşkerî diyar kirin ku terorîstên li nav welêt ên ku ji bo amadehiya biharê bêdeng dimînin bi xeberên derew va dest pê kirin gel dixin fikaran. Hat ragihandin ku terorîst hewl didin ku di çapemeniya navneteweyî da xebatên alîkariya hêzên ewlekariyê ya ku didin welatiyan jî bi nêrîneke nebaş nîşan bidin.
- "Li El Babê dawiya DEAŞê nêzîk bû"
Rayedarên leşkerî diyar kirin ku ji bo xebatên paqijkirina ji El Babê ya endamên DEAŞê jî serî li heman xeberên derew dixin.
Hat destnîşankirin ku terorîst îdia dikin û xeberên ku dibêjin "sivîl hatin kuştin, sivîl tên lêxistin" belav dikin, ji ber ku li El Babê koka DEAŞê diqele hewl didin ku rûyê Hêzên çekdar ên Tirkiyeyê reş derxin.
Hat diyarkirin ku TSK hesasiyetê nîşanî sivîlan dide û di operasyonên wiha da ji welatên din zêdetir baldar û hesasiyetê nîşan dide.