Türkan Tosun
18 Hezîran 2018•Rojanekirin: 18 Hezîran 2018
ÎSTANBUL
Cîgirserokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim li Bagcilara navçeya Stenbolê bangî gel kir.
Yildirim li vir got ji hilbijartinê ra pênc roj mane û divê ev pênc roj baş bên bikaranîn.
Serokwezîr Yildirim xebatên AK Partiyê yên heta îro hatine kirine bi bîr xist û got: "AK Partî tîma çêkirinê ye. Ji bîr nekin tîmeke xirabkirinê jî heye. Ev hilbijartin wê di navbera tîma çêkirinê û ya xirabkirinê de derbas bibe."
Yildirim namzedên muxalefetê rexne kir û got heta îro tu berhemeke wan, tu xebateke wan tune û hê di ser da jî rê li ber xebatên AK Partiyê digrin.
- "Heqê kesî tune ku destketiyên me bide windakirin"
Serokwezîr Yildirim wiha axivî: "Heqê kesî tune ku destketiyên me bide windakirin, gelê me yê ezîz tu carê desturê nade vê. Ji devê van qet têkoşîna dijî terorê, tekoşîna dijî FETOyê derket? Dernakeve. Muharrem Înce çawa ku bû namzed demildest çû Edirneyê Selahattîn Demirtaşê berdevkê PKKyê, yê ku ji bo serhildanê bangî gel dike, di girtîgehê de ziyaret kir. Hûn ji wî nikarin li welêt têkoşîna dijî terorê bibîhîzin."
- "Li ser Tirkiyeyê planek tê kirin"
Yildirim got li ser Tirkiyeyê planek tê kirin û wiha dewam kir: "Planeke pir eşkere; dixwazin li başûrê Tirkiyeyê dewleteke terorê bê avakirin. Bî vî hawî hew zanin ku ewê Tirkiyeyê terbiye bikin. Li gor wan astengiya herî mezin a li ber vê jî Recep Tayyîp Erdogan e. Ji ber vê emê hişyar bin, emê derfetê nedin dijminên xwe. Emê desturê nedin yên hewl didin biratiya me, yekîtiya me xirab dikin."