03 Îlon 2016•Rojanekirin: 03 Îlon 2016
ANKARA
Di daxuyaniya ku ji TSKê hat dayîn de hat bibîrxistin Herekata Mertala Firatê di serî de DAEŞ ji bo ku tehdîda ku rêxistinên terorê derdixîne holê berteref bike, ewlehiya hidût zêde bke û piştgirî bide Hêzên Koalîsyonê di 24ê tebaxê de hat destpêkirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku herekat ji ber mafên Tirkiyeyê yên ku ji ber hiqûqa navneteweyî derketine û li gor madeya 51emîn a Peymana NYyê ya wekî "Mafê Parastina Meşrû" û di çarçoveya biryarên ku NYyê der barê têkoşîna dijî DAEŞê daye de tê berdewamkirin û dan zanîn ku di roja 10emîn a Herekata Mertala Firatê de bi obusên Firtinayê 67 gule avêtin bi îsabeta tam li 9 kozikên li herêma Kunduriyahê yên hat tespîtkirin ku yên terorîstan in û cihê wan hatin tespîtkirin, xistin.
Di daxuyaniyê de her wiha hat ragihandin ji roja ku Herekata Mertala Firatê dest pê kir heta niha bi tevahî hezar û 195 gule avêtin 271 kozikan.
- Piştgiriya asîmanî ya nêz dan 41 kozikan
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku îro di çarçoveya herekatê de li herêmên Kunduriyah û Ereb Îzahê bi balafirên şer ên Hêzên sîmanî li 3 avahiyên DAEŞê hatin xistin û îmhekirin û hat gotin ku ji roja ku herekatê dest pê kir vir ve 51 piştgiriya asîmanî ya nêz dan 41 kozikan.
Hat ragihandin ku di encama operasyona ku Artêşa Sûriyeya Azad a ku Hêzên Koalîsyonê piştgirî didinê de cî û warê Kunduriyahê ji hêmanên terorîst hatin paqijkirin.