01 Nîsan 2016•Rojanekirin: 02 Nîsan 2016
ŞIRNAK
Li Îdila navçeya Şirnexê di hinek wextên diyarkirî da qedexeya derketina derva tê rakirin û welatî vedigerin malên xwe û hewl didin şopên terorê paqij bikin.
Piştî ku operasyona Polêsê Tevgera Taybet Şehîd Ersîn Yildirim ya bi mebesta girtina terorîstan, îmhakirina teqemenî û rakirina barîkatan û parastina can û malê gel di 18ê sibatê de hatibû destpêkirin bi serkeftî bidawî bû, li navçeyê jiyan normalîze dibe.
- Welatiyan dest bi nûjenkirinê kir
Welatiyên ku li ber devê bajêr piştî kontrola nasnameyan dikevine bajêr di xaniyên xwe da bicîh dibin û dest bi nûjenkirina xanî û dikanên xwe yên ku xesar û ziyan dîtine, dikin.
Ji ber xesaran ceyran li gelek cihên bajêr tune ye. Ekîbên şaredariyê û yên DEDAŞê dest bi nûjenkirina tora ceyranê kirin.