TRABZON
Hewla derbeyê ya eskerên mensûbên Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ku xwestin di 15 tîrmehê da bikin li çar aliyê welêt hat astengkirin û di çarçoveya jêpirsîna ji ber hewla derbeyê ya da jî jimara general û amîralên binçavkirî bû 133 û yên girtî jî derket 126an.
Kesên ku hewldana derbeyê kirin û hatin binçavkirin gelekên wan sewqî edliyeyê hatin kirin.
Fermandarê Hêzên Hewayî yê berê Orgeneral Akin Ozturk, Serokê Daîreya Karên Personelên Sererkaniyê Tuxgeneral Ugur Şahîn, Fermandarê Herêma Cendermeyan Konyayê Tuxgeneral Tîmurcan Ermîş, Serokê Daîreya Îkmala Hêzên Behrê Tuxamiral Hasan Kûlaç, Serokê Plan Prensîbên Fermandariya Hêzên Behrê Tuxamiral Oguz Karaman, Fermandarê Dibistanên Cendermeyan Tuxgeneral Sadik Koroglu, Serokê Îstixbarata Fermandariya Hêzên Behrê Tuxamiral Murat Şîrzaî, Serokê Perwerdehiya Tevgerê ya Fermandariya Hêzên Behrê Tuxamiral Îhsan Bakar, Serokê Îstixbarata Sererkaniyê Korgeneral Mustafa Ozsoy, Serokê Veguheriya Stratejîk a Sererkaniyê Tumgeneral Mehmet Dîşlî, Fermandarê Hêzên Peravê Tumamiral Hakan Ustem, Serokê Rêveberiya Plan Personêlê ya Sererkaniyê Tuxgeneral Mehmet Partîgoç, Serokê Îstixbarata Hêzên Hewayî Tuxgeneral Aydemîr Taşçi, Serokê Pergalên Fermandariya Hêzên Hewayî Tuxgeneral Recep Sabrî Ozatak, Serokê Parastina Moşeka Hewa û Kontrol Komutaya Sererkaniyê Tuxgeneral Mehmet Arîf Pazarlioglu, Alîkarê Serokê Plana Tevgerê ya Sererkaniyê Tuxgeneral Alpaslan Çetîn, Serokê Daîreya Plan û Personelên Fermandariya Hêzên Bejayî Tuxgeneral Ahmet Bîcan Kirker, Serokê Personelên Fermandariya Hêzên Hewayî Tumgeneral Cevat Yazgili, Serokê Teşkîlata Pêşvebirina Fermandariya Hêzên Bejayî Tuxgeneral Erhan Caha, Serokê Kontrola Komutaya Parastina Hewayî ya Fermandariya Hêzên Hewayî Tuxgeneral Kemal Mutlum, Serokê Daîreya Perwerdehiya Fermandariya Hêzên Bejayî Tuxgeneral Ali Riza Çaglar, Dekanê Dibistana Herba Bejayî Tuxgeneral Kerîm Acar, Serokê Nirxandin û Kontrolkirinê yê Fermandariya Hêzên Behrê Tumamiral Alî Murat Dede, Serokê Tevgera Carî ya Fermandariya Hêzên Bejayî Tuxgeneral Adem Boduroglu, Serokê MEBSyê Fermandariya Hêzên Behrê Tuxamiral Muhîttîn Elgîn û Mişawirê Edlî yê Sererkaniyê Tuxgeneral Hayrettîn Kaldirimci ji ber sûcên binpêkirina makezagonê hewla kuştina Serokomar, li hemberî hikûmetê sûckirin, avakirina rêxistina çekdarî û mirov kuştinê va bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriya cezaya silhê ya nobedar kirin.
Piştî jêpirsîna li serdozgeriyê Fermandarê Artêşa 2yemîn Orgeneral Adem Hudutî, Serokê Sazkar ê Artêşa 2yemîn û Fermandarê Garnîzona Meletiyê Tumgeneral Avni Angun, Fermandarê Baregeha Jetan a 7emîn Tuxgeneral Emin Ayik û Berpirsê Sazkar ê Îdarî yê Artêşa 2yemîn Tuxgeneral Mustafa Serdar Sevgili ji hêla dadgehê va hatin girtin.
Serokê Personelên Serokatiya Sererkaniyê Korgeneral Îlhan Talu, Fermandarê Perwerdehiya Piştgiriya Muxabere û Muxaberaya EDOKê ya Hêzên Bejayî Korgeneral Metîn Îyîdîl, Fermandarê Lojîstikê yê Fermandariya Hêzên Bejayî Korgeneral Yildirim Guvenç, Serokê Tevgera Sererkaniyê Korgeneral Bahadir Kose, Korgeneral Salîh Ulusoy, Tumamîral Sînan Azmî Tosun, Tumgeneral Halît Gunbatar, Tuxgeneral Fîkrî Ozgur, Tuxgeneral Kemal Akçinar, Tumgeneral Gokhan Şahîn Sonmezateşê di Fermandariya Baregeha Sereke ya 2yemîn a Çîgliyê da wezifedar bû, Serokê Sazkar ê Fermandariya Artêşa Egeyê Tumgeneral Memduh Hakbîlen, Serokerkanê Cengê yê Fermandariya Bejayî ya NATOyê Tumgeneral Salih Sevil, Fermandarê Lîwaya Topavêjan a Bornovayê ya 57emîn Tuxgeneral Mehmed Nuri Başol, Fermandarê Lîwaya Peyadeyên Behrî yên Anfîbî Tuxamîral Halil Îbrahim Yildiz, Fermandarê Wezîfeyên Gruba Rojava ya Foçayê Tuxamiral Yaşar Çamur, Fermandarê Akademiyên Teknîkên Asmanî Tumgeneral Ahmet Cural, Fermandarê Perwerde û Guhastina Personelan Tumgeneral Mustafa Îlter, Fermandarê Akademî û Navenda Perwerdeya Îstihqamê Tumgeneral Osman Nadîr Saylan, Fermandarê Deryayî yê Herêma Egeyê Tuxamîral Suleyman Manka, Fermandarê Akademiyên Amfibi Tuxamiral Erdal Ergun, Alîkarê Serokerkanê Cengê yê Fermandariya Artêşa Egeyê Tuxgeneral Hakan Eser, Serokerkanê Cengê yê Fermandariya Perwerdeya Asmanî Tuxgeneral Veyis Savaş, Fermandarê Akademiyên Sinifa Asmanî ya Gazîemirê Tuxgeneral Ersal Olmez, Fermandarê Kolorduya 3yemîn Korgeneral Erdal Ozturk, Tumgeneral Fethî Alpay, Tumgeneral Mehmet Ozlu, Tumgeneral Haluk Şahar, Tumgeneral Serdar Gulbaş, Tumgeneral Şaban Umut, Tuxgeneral Îrfan Can, Tuxgeneral Cemal Akyildiz, Tuxgeneral Îmdat Bahrî Bîber, Tuxgeneral Ahmet Bîçer, Tuxgeneral Ozkan Aydogdu, Tuxgeneral Eyyup Gurler, Tuxamîral Omer Mesut Ak, Fermandarê Garnîzona Zonguldakê Tuxgeneral Bîrol Şîmşek, Fermandarê Lîwaya Komandoyan a Bitlîsê ya 10emîn Tuxgeneral Arif Settar Afşar, Fermandarê Lîwaya Qomandoyan ya Hekariyê Tuxgeneral Ahmet Otal, Serokê Kurmay ê Parastina Moşeka Hewayî û Hêzên Hewayî yên Muharîb Tumgeneral Sûat Murat Semîz û Fermandarê JFAC û Navenda Tevgera Hewayî ya Bihevrekirî ya 1emîn Tuxgeneral Recep Unal jî ji ber hewla kuştina serokomar, binpêkirina makezagonê, hewldana derbeyê, berpirsê kuştina welatiyan û gelek sûcên din va hatin girtin.
Fermandarê Baregeha Jet a Sereke ya 1emîn Tuxgeneral Dursun Pakê li Eskîşehirê, Fermandarê Baregeha Jet a Sereke ya 5emîn Tuxgeneral Cengîz Karacabeyê ku li Amasyayê hatibûn binçavkirin, Fermandarê Lîwaya Komandoya 1emîn Tuxgeneral Aydogan Aydin û Tumamîral Macit Arslan jî piştî îfadedayînên li dozgerî û dadgehê serbest hatin berdan.
Di vê navberê da muameleyên li ewlehiyê yên der barê Fermandarê 7emîn Kolorduya Diyarbekirê Korgeneral Îbrahîm Yilmaz, Fermandarê Navenda Tevgera Hewayî ya Bihevrekirî ya 2yemîn a Diyarbekirê Tumgeneral Atîlla Darendelî û Serokerkanê hêzên Hewayî Korgeneral Hasan Huseyîn Demîraslan da jî dewam dike.
news_share_descriptionsubscription_contact
