15 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2016
EDÎRNE
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaşê ku di Girtîgeha Tîpa Fê ya Edirneyê de girtiye, li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Trakyayê hat muayenekirin.
Li gor agahiyan, li ser daxwaza Demirtaş rayedaran ew di bin tevdîra ewlehiyê de birin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Trakyayê.
Demirtaş rakirin beşa kardiyoliyê û qasî 3 saetan ew hat muayenekirin. Piştî muayeneyê ew wesayîtê siwar kirin û birin girtîgehê.
Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ji ber jêpirsîna terorê bangî Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş kiribû ku bila here îfadeya xwe bide. Lê Demirtaş neçûbû îfadedayînê, ji ber vê jî di 4ê mijdarê de hatibû binçavkirin. Pişt re dadgehê biryar dabû ku ew bê girtin û ew avêtibûn Girtîgeha Tîpa Fê ya Edirneyê.