Ahmet Aydın
01 Tebax 2016•Rojanekirin: 02 Tebax 2016
ÎSTANBUL
Nîvisar Yasîn Topaloglu, hewla derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) di kitêba xwe ya 'Derbeya Dawîn' da bi fotografên AAyê va vegot.
Topaloglu di daxuyaniya xwe ya ji bo AAyê da destnîşan kir ku 15ê temûzê roja êrîşa menfûr û hov li Enqereyê li weşanxaneya ku edîtoriya wê dike, bû.
Nivîsar Topaloglu anî ziman ku her wê demê digel hevalên xwe fikirîne ka çi bikin û biryar dane ku derkevin kolanan û bangî gel jî bikin ji bo derketinê.
Topaloglu got, "Em çûn devê deriyê Navenda Giştî ya AK Partiyê ya li Sogutozuyê. Tevî firîna nizm ya teyareyan hin bi hin hejmara me zêde bû. Berî nivê şevê qerebalixê 2 tankên ku bi mebesta kontrolkirina AK Partiyê hatibûn şandin, hatin desteserkirin. Hê seat nebibû 01.00 eqîbeta serneketiya derbeyê hatibû famkirin. Dîtira roja hewla derbeyê jî ez daketim kolanan. Ez li kolan û caddeyên Enqereyê da bûme şahidê wê yekê ku her kesek xwediyê çîrokekê ye û min bi lez biryara nivîsandina kitêbekê da."
- "Diviya ku em xwe bikin şahidê dîrokê
Yasîn Topaloglu got, "Diviya ku em xwe bikin şahidê dîrokê, me got emê sekna xwe li hember vê bûyerê nîşan bidin. Bi vê kelecanê em ji bona amadekirina kitêbekê seferber bûn. Ji xwe em weke Weşanên Elipsê xwediyê zanyariyên herî zêde bûn, derbarê FETO da. Berî nuha jî me derbarê FETO da nêzîka 10 kitêb weşandibûn."
Topaloglu destnîşan kir ku xwestiye vê destana qehremaniya gelê Tirkiyeyê ku xwe avêtin pêşiya tankan demildest bide xuyakirin û got, "Di 17ê temmûzê da me biryar da ku em navê 'Derbeya Dawîn' li kitêbê bikin.
- "Ew fotografên ku me ji AAyê sitendin, me çîrokên wan lêkir"
Topaloglu anî ziman ku bi tîmeke ku ji nêzîka 10 dîzayner, edîtor û redaktorî pêk dihatin xebateke têr û tijî kirine û wiha pê da çû, "Kitêb ji 3 beşan pêk tê. Di beşa yekê da me tîşk xiste ser wan kaniyê referansên dîrokî ku FETO jê mijtiye. Pêşhatên ku ji FETO ra bûne îlham, terminolojiya dînî ya ku bikaranîne, çawatiya rêxistinê, pêkhateya wê yî navneteweyî me raxist. Ew Fotografên ku me ji AAyê sitendin, me çîrokên wan lêkir. Di beşa 3yê da me qala dîroka derbeyan li Tirkiyeyê kir. Di dawiyê da jî seat bi seat çi bû, me awayekî kronolojîk me qeyd kir."
Topaloglu destnîşan kir ku kitêba "Derbeya Dawîn" di 26ê temmûzê da şandine çapê û kitêb wê li ser înternetê û li hemî kitêbfiroşan bê temînkirin.