Ekip
30 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2017
KASTAMONU
Serokomar Erdogan got: "Geşedanên ku me hêvî nedikirin û em pê heyirîn çêbûn. Hin hevalên me yên dozê çima û çawa tevlî karwanê neyartiyê dibin. Heyf ji wan ra."
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Kongreya Kastamonuyê ya AK Partiyê da axivî.
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokomar Erdogan ji bona Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPyê wiha got: "Ji bona cilên yektîp dibêje 'Nas û xizmên wan tunene, dema di vî halî da bibînin wê xemgîn nebin û wê filan û bêvan nebe?' Tu çi merivekî cins î. Tu nas û xizmên 251 şehîd û 2 hezar û 193 xaziyên min nafikirî. Tu napirsî 'Nas û xizm û xwîşk û birayên wan dema şehîd bûn çi kirin û çi dikin?' Tu li ser vê nafikirî? Na."
Serokomar Erdogan der barê Sûriyeyê da wiha axivî: "Heger li Sûriyeyê her tişt gul û gulistan e çima ji 3 milyonî zêdetir însan li welatê me dijîn? Lewra em jî û ev însan jî hay jê hene ku li aliyê din yên sînor tenê nav û sembolên rêxistinan diguhere, lê zilm baqî ye. Do navê zalim rejim bû, do navê zalim DEAŞ bû û îro jî navê zalim YPG/PYD ye. Me çi anî serê DEAŞê em ê heman tiştî li aliyê din yê sînorê xwe bikin û ewledar bikin."
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokomar Erdogan ji bona Efrîn û Minbicê wiha got: "Piştî ku me Efrîn û Minbic ji terorîstan xilas kir ev der wê ji kesên xwediyê vê derê yên esil re bimînin. Pişt ra em ê Tel Ebyad û Resuleynê û heta hemû herêmên li ser sînor dimîne ewledar bikin. Çimkî herêmên sînor wekî korîdoreke terorê ji me re dibin tehdîd."
Serokomar Erdogan der heqê rakirina qedexeya vîzeyê da wiha peyivî: (Amerîka) Qirîza vîzeyê bi xwe dan destpêkirin nika jî bi xwe çareser kirin. Çiqasî rind e. Me qirîzeke wisa nedixwest. Nika rabû, ya ku lazim dikir jî ev bû. Ji bo ku di mijara Sûriyeyê da jî heman tişt nebe sedem tunin."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan ji bona alîkariya çekan ya ku Amerîka dide PKK/PYDyê wiha got: "Ji roja ji şexsê min ra hat gotin ku wê çekan nedin rêxistinên terorê vir va bi sedan TIR ji 4 hezarî zêdetir TIRên çek û wesayîtên bizirx barkirî... Weke ku ne bes e ev çekana li seranserê sînorê me yê Sûriyeyê belav kirin, di ser da jî rabûn di budçeya sala pêş me da jî ji bo çekan pere hat cihêkirin. Ew rêxistina terorê ya vê piştgiriya hildide ji rû derketiye, her ku diçe har dibe. Ji ber vê jî êdî em ji asta gotinê derbas dibin. Ji niha pê va emê bi tenê li kirin û sepandinan binihêrin û bikin rewacê."
Serokomar Erdogan diyar kir em dixwazin li Sûriyeyê bi Amerîkayê ra jî bixebitin û wiha got: "Em li Sûriyeyê ka çawa bi Rûsyayê, bi Îranê re dixebitin em dixwazin bi Amerîkayê re jî bixebitin. Pirsgirêk ew e ku ka Amerîka dixwaze bi me re bixebite an na? Eger Amerîka bi me re bixebite em ê kêfxweş bibin. Em ê binêrin ka em ê çi bikin. Ew pêngavekê biavêjin em ê hemberî wan duqatî gava biavêjin. Di esasê xwe de di navbera me û Amerîkayê tu pirsgirêk tuneye ku em çareser nekin."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan di xeberdana xwe da wiha got: "(Amerîka) Ev welêt heke nexwaze bi me ra bixebite, em ê çi bikin? Ew zane. Hemû hêzên li herêmê divê êdî wê rastiyê qebûl bikin. Em ê çawa be jî vê rêxistina terorê wextekî pir jî ne dûr têk bibin. Daxwaza me ew e ku bila di vê heyamê da nav dest û piyên me da nebin."
Serokomar Erdogan der barê axaftina Omer Suha Aldanê CHPyî da wiha got: "Ev cahil in û tu terbiyeya wan tuneye. Ew jî çav dide serokê partiya xwe û derdikeve êrîşî miletê me dike. Bi rastî em şaş û ecêb neman, çimkî ez tiynet û cibîliyeta evana baş dizanim. Ya ku em şaş bûn hin hevalên me yên li ser doza me jî beşdarî vê bûn, ew çawa beşdar bûn. Heyfa wan."
Erdogan der barê nîqaşên li ser xala 121ê ya Biryarnameya di Hikmê Qanûnê ya bi jimara 696an da wiha axivî: "Em bibêjin pirsgirêka wê îfadeya ku di vê biryarnameyê da derbas dibe nû hat fehmkirin. Tiştê ku wê bê kirin pir hêsan e, ji bo vê yekê wê fikr bi derên eleqedar ra bên parvekirin, axaftin, nîqaşkirin û ya hewce dike wê bê kirin. Rastiya vê ev e. Di şûna vê da navê wê tevgera ku di rêya CHP û hin rêxistinên terorê vekirin da meşandin û li milet heqaret kirin jî bibe bibe bi tenê keysperestî ye."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan der barê nîqaşên li ser xala 121ê ya Biryarnameya di Hikmê Qanûnê ya bi jimara 696an da xeberda wiha dewam kir: "Qusirê nenihêrin lê di îstişarê de hûn nikarin bibêjin 'çimkî gotina me çênebû, ez piştgiriyê nadim.' Li wê derê merciya biryardanê diyar e. Ew ê biryara xwe bidin û rêya xwe dewam bikin. Ev heta niha bi vî awayî meşiya. Ez hemû kes û aliyan dawet dikim, bila li gor rûmeta Tirkiyeyê hereket bikin û hesabên biçûk nekin."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan xeberdana xwe wiha dewam kir: "Ne mimkun e em li hemberî wan êrîşên dijî vî gelê me yê ku şeva 15ê Tîrmehê destaneke muhim di dîroka me da bi cih kir, bê deng bimînin û tehemul bikin. Ev teşebusa derbeyê yek ji kirinên herî bêexlaq a dîroka me yek bû. Li hemberî vê bi hewla gelê me pelçiqandina vê derbeyê hedîseya herî bixîret, herî birûmet û herî bibiryar bû. Em ji ber ku ewladê miletekî wiha ne pir serbilind in."