30 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2017
ÎSTANBUL
Serokwezîr Yildirim: "Di demeke nêz da wê hemû dinya dewleta Filistînê nas bike û qebûl bike ku Qudsa Rojhilat paytextê Filistînê ye. Bi vî awayî wê ev pirsgirêk temam bibe û ji holê rabe."
"Komara Tirkiyeyê tu kevirekî li Egeyê, Rojhilatê Anadoluyê û ciyekî nade tu kesî. Ji bo kevirên li Egeyê yên ku bi peymanan nehatine eşkerekirin ku yên kê ne heke cînarê me konetiyê bike ew ê şaşiyeke mezin bike. Dibê hemû dinya bizanibe ku ev mimkun nîne."
"Nîqaşên li ser xala 121ê ya BHQya bi hejmara 696an) Bira tu kes di aliyên din da kaş neke. Ev sererastkirin ji bo parastina welatiyên me yên ku di dema hewla derbeyê da eniya xwe kutan sîlahan û li ber derbekaran rabûn û li hember bombeyan meydan xwedin hat kirin û karê herî baş ev e. Ez dixwazim ku ev wisa bê zanîn."
Serokwezîr Yildirim ji bona nîqaşên li ser benda 121emîn ya BHQya bi jimara 696an wiha got: "Lihemberderketin wêrekiyê dide derbeyê û lihemberderketin hêviyê dide derbekaran. Xwedîlêderketin hezkirina ala û vî gelî ye û xwedîderketina li îradeya neteweyî û demokrasiyê ye. Mesele evqasî eşkere ye."
"Pireya me ya Çeneqele 1915ê ew ê beriya sala 2023yan were vekirin. Edirne û Çeneqele ew ê carekê dîsa hevdu hembêz bikin."
"Hûn dizanin hin kes ji ber ByLockê ji karmendiyê hatin derxistin, der barê hin kesan da jî lêpirsîn dabûn destpêkirin. Niha di encama xebatên me derket holê ku hin kes bi nezanî ji ser hin bernameyên din ketine ByLockê. Me bala xwe da vê geşedanê, li ser lêkolîn kir û niha jî mafên wan îade dikin."