Haydar Şahin
06 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2018
ŞANLIURFA
Li Şanliurfaya ji navendên heywandariyê yên Tirkiyeyê heywandar û şivan beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya Ajansa Anadoluyê (AA) bûn.
Hin welatiyên li taxeke Karakopriya navçeya navendê dijîn û heywandariyê dikin li wêneyên bi destê nûçegihanên wêneyan ên AAyê hatine kişandin yek û yek mêze kirin û agahî sitandin.
Mehmet Turanê heywandar di kategoriya xeberan da "Zarokên Sûriyeyê" ya wêneyê Khaled Aksha, di kategoriya jiyanê da "Eliyê kalik û pişîka wî" ya wêneyê Îlhamî Çetîn, di kategoriya sporê da "Şahiya Gomîs" a wêneyê Velî Gurgah hilbijart.
Turan got ku hemû wêne zehf balkêş in û di bijartinê da meriv di zorê da dimîne.
Alî Bagatîmurê şivan jî di kategoriya xeberan da "Ciwanê nîşaneya berxwedana Filistînê" ya wêneyê Mustafa Hassona, di kategoriya jiyanê da "Zivistanê di hemama 2 hezar salî da kêfa sobaniyê" ya wêneyê Sercan Kuçukşahîn, di kategoriya sporê da "Akrobatê siwar" a wêneyê Serhat Zafer hilbijart.
Mehmet Aslanê heywandar jî di kategoriya xeberan da "Ji Mehmetçikan fitara ewil" ya wêneya Ozkan Bîlgîn, di kategoriya jiyanê da "Eliyê kalik û pişîka wî" ya wêneya Îlhamî Çetîn, di kategoriya sporê da "Lîstika şerê bi hespan" a wêneya Alî Îhsan Ozturk hilbijart.