22 Tebax 2017•Rojanekirin: 23 Tebax 2017
IGDIR
Li Îdira ji bajarên herî germ a Herêma Rohilatê Anadoluyê heywandar ji bo heywanên xwe hênik bikin wan dixin nav ava qanala avdanê.
Li Îdira ku germahiya hewayê lê ji 40 pileyî derbas dibe însan û heywan ji germahiyê aciz dibin.
Li Îdira ku zehf germ e welatî pêşiya ava kanalê avdanê dibirin û di benda avê da heywanên xwe dişon û hênik dikin.
Heywandarên ku di hefteyê da herî kêm 2 caran pez û dewarên xwe dixin avê hem wan ji germahiyê diparêzin hem jî hinêk dikin.
Mehmet Uçarê ku li herêmê heywandariyê dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê diyar kir ku li herêmê hema bibêje hemû heywandar havînê heywanên xwe dixin nav avê.
Uçar got ku ji bo parastina ji germahiyê bi tenê eva rêya heye û wiha pê da çû: "Ji ber germahiyê gelek hewyanên me mirar bûn. Ji ber germahiya zêde demsal bi hişkayî derbas dibe, me ji gulanê vir da rûyê şiliyê nedît. Çaxê şilî nebare jî kuraxî çêdibe. Em hin caran 3 rojan carê, hin caran 4 rojan carê heywanên xwe dixin avê."
Uçar diyar kir ku di germahiyê da heywanên xwe bi vê rêyê hênik dikin û wiha axivî: "Gelek kesên li herêmê heywanên xwe wiha hênik dikin. Em bendê datînin pêşiya ava qanala avê, zarok ji jor ra heywanan berî avê didin ez ji jêrê ra wan digrim. Heywan hênik dibin, em heke wisa nekin hem nexweş dikevin hem jî aciz dibin."