Türkan Tosun
22 Tebax 2017•Rojanekirin: 23 Tebax 2017
BATMAN
Li Batmanê di operasyona dijî qaçaxçîtiya berhemên dîrokî de 16 sîkeyên zêr, 9 sîkeyê zîv û 6 peykerên bronz hatin girtin.
Li gor agahiya Midûriyeta Ewlehiya Bajêr tîmên Mûdiriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ji wesayîtekê ketin şikê û dan sekinandin.
Tîman di wesayîtê de 6 sîkeyên zêr, 9 sîkeyê zîv û 6 peykerên bronz dîtin.
Hat ragihandin ku kesek der barê vê bûyerê de hat girtin û kar û barên wî yên li ewlehiyê dewam dikin.