16 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2016
ANKARA
Der barê Fermandarê Hêzên Hewayî yê berê Orgeneral Akin Ozturk û Fermandarê Perwerdeya Piştgirî û Muhabereya Fermandariya Doktrîn û Perwerdehiyê ya Hêzên Bejayî (EDOK) Korgeneral Metîn Îyîdîl da ji ber îxaneta wetan muameleyê dest pê kir.
Rê li ber hewla derbeya eskerên mensûbên Rêxistina Terorî ya Fetullahçî (FETO) hat girtin û di çarçoveya jêpirsîna ku dest pê kir da li seranserê Tirkiyeyê ji hezar û 370yî zêdetir mensûbên Hêzên Çekdar ên Tirkiyê yên endamên FETOyê hatin binçavkirin.
Di çarçoveya jêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê birêva dibe da der barê Fermandarê Hêzên Hewayî yê berê û endamê Şûraya Eskerî ya Bilind Orgeneral Akin Ozturk û Fermandarê Perwerdeya Piştgirî û Muhabereya Fermandariya Doktrîn û Perwerdehiyê ya Hêzên Bejayî (EDOK) Korgeneral Metîn Îyîdîl da ji ber îxaneta wetan kirin muamele hat destpêkirin. Herdu general bi mebesta xiyanet li welatê xwe kirine wê bên darizandin.