Nihat Kavşut
18 Mijdar 2017•Rojanekirin: 18 Mijdar 2017
RÎZE
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan li Salona Sporê ya Yenîşehirê di Kongreya Bajar ya Asayî ya Rizeyê ya AK Partiyê da xeberda.
Erdogan di xeberdana xwe da bal kişand guherîna di partiyê da û wiha got: "Ez wisa dibînim ku ew gotina me ya guherînê ji hêla hin kesan va wek tiştekî nû ye tê hesibandin. Lê ev tiştekî teze nîne û em ji xwe dipirsin. Em ji serê serva bi vê nêrînê hereket dikin. Lewra li gor baweriya me ji xeynî Xwedê tu hebûn layusel nîne."
Serokomar Erdogan der barê operasyonên li Sûriyeyê tên kirin da wiha axivî: "Bi Operasyona Feratê va jixwe her tişt derkete holê. Ji vir pê va jî em li Îdlibê heman gavan diavêjin. Emê li Efrînê jî heman gavan biavêjin. Kî gefeke biçûk li hember me bixwe an jî tacîzeke biçûk bike emê hesabê wê bipirsin. Ji welatekî ku 911 kîlomêtro sînorê me bi wê re heye gefekê wê bê xwarin û emê bêdeng bimînin? Ji 12 hezar kîlomêtroyan hinek wê werin û mudaxeleyê bikin, ma ev çi tevger e? Tevgera me normal e, heqê me ye."
Erdogan ji bona tetbîqata NATOyê da wiha got: "Tirkiye çend hêz bibe tundiya êrîşên ku dijî me jî hin zêde dibe. Duh di tetbîqata NATOyê de bêhurmetiya ku hat kirin we jî dît û şopand. Hin xeletî hene yên ku tên kirin kesên bêaqil nakin, yên bêbext dikin. Ev jî hedîseyeke wiha ye. Ev bêhurmetiya dijî min û avakarê komara me Gazî Mustafa Kemal re hat kirin, ya ku ez dibînim ev karê wan kesan wan e ku ev demek e di nav NATOyê dixebitin.
Baweriya ji NATOyê ya tam di wextê ji Sûriyeyê li hemberî welatê me mimkun e ku gelek tehdîd bên, pergalên parastina xwe ya moşekê rakirin divê ji hêla hemû welatên endam va bê pirsîn. Ew bertekên ku hin welatên pêşîkêş ji ber kirîna pergala parastina hewayî ya S400 ji Rûsyayê ku em ji bo parastina xwe dixwazin bistînin jî erêkirina vê çewtiyê nîşan dide."
Erdogan der barê operasyona Efrînê da wiha got: "Em ê li Sûriyeyê operasyona Îdlibê temam bikin, em ê Efrînê jî xilas bikin û Minbicê jî teslimî xwediyên wan yên rastîn bikin. Em ê herêmên din jî ji rêxistinên terorê paqij bikin. Li Iraqê di serî da Qendîl çiqas hezekên ji bona çalakiyên terorê tên emilandin hebin em ê ziwa bikin. Em ê li hember lîstikên li Libyayê tên lîstin bêdeng nemînin. Ji bona rê li ber şerê biratiyê ya dixwazin li Kendavê derxin bigrin em ê fitneya mezhebî ya ji bona agir gurr bikin derdixin asteng bikin em ê bi hemû hêza xwe hewl bidin.
Gelek çek, pere û piştgiriya siyasî dan wê PYDya rêxistina terorê ya ku heta duh digotin bi 'DEAŞê' ra şer dike. Lê dema ev herdu rêxistin li Reqayê li ser kar hatin qefaltin û têkîliya wan a çewtomewto derket holê fabrîkatorên wan gotin ku ew rêzê nîşanî vê yekê didin. Eyb e, ma qey em bi we ra mutefîq nînin? Ev îtifaqeke çawa ye. Hûn çawa dikarin li hemberî mutefîqên xwe çiv û qewsên wiha bidin xwe? Em ji van karan piçekî fehm dikin. Ew wisa ji tên qey bi derew, çewt nîşandan û daxuyaniyên xwe yên berevajî va wê welatê me qayîl bikin û em ji wan ra dibêjin ku haya me ji her tiştî heye. Ya rast ew e ku gelo haya we ji encama tiştê hûn dikin heye?"
Erdogan wiha axivî: "Hin caran rêxistinên bi navê FETOyê û hin caran jî bi navê din rêxistinan ava dikin. Di rastiyê de ew hemû ji kujerên destbixwîn pêk tên. Hemû wek hevdu ne, bi tenê şiklê wan û etîketên wan diguherînin. Mînaka di SDGyê yanê PKK/PYDyê de rabûn gotin 'Ev hat fêmkirin, nexwe em navê wê biguherînin'. Yê ku dibêje kî ye? Amerîka. Navê wî kirin çi? SDG. Hêzên Demokrat ên Sûriyeyê. Mala minê, me ev fêm nekir, em pê xapiyan. Êdî em van hemûyan dizanin. Ev rêxistinên terorê yên ku di vê fabrîkayê de tên çêkirin li gor hewcedariyê derdixin piyasayê. Dema hewce bike li ser tedîlatê dikin, heke hewce bike îmhe dikin."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan ji bona wefata Suleymanoglu wiha got: "Naîm Suleymanogluyê şampiyonê me yê dinya û olîmpiyatan ê bi hefteyan mixabin di unîteya nexweşiyên giran da bû. Me ew ziyaret kir. Gava din jî wefat kir. Xwedê efû bike û serê malbat û hemû xizm û hezkirên wî û miletê me sax be."