Haydar Şahin
11 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2018
BURSA
Otoyola Gebze-Orhangazî-Îzmirê ya ku wê mesafeya di navbera Stenbol û Îzmirê da ji 9 saetan daxe 3 saet û nîvan ber bi xelasbûnê va ye.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji Midûriyeta Giştî ya Rêbejê û Midûriyeta Herêma Bursayê ya Şirîkatiya Sektora Taybet a Dewletê sitandin piraniya xebatên çêkirina projeya Otoyola Gebze-Orhangazî-Îzmirê hat temamkirin.
Rêyên Derbasbûna Kendava Îzmitê jî tev di projeya ku ji 384 kîlometre otoyol û 49 kîlometre jî rêyên girêdanê bi tevahî 433 kîlometreyî pêk tê da 98 kîlometre otoyol û 16 kîlometre rêya girêdanê hat vekirin.
Di navbera Altinova Gemlikê da 40, di navbera Gebze-Altinovayê da 12,6, di navbera Kemalpaşa û Îzmirê da 20, di navbera Gemlik-Bursayê da 25 kîlometre otoyol hat temamkirin û ji çûyîn û hatinê ra hat vekirin û li ciyên din xebat dewam dikin.
Hat ragihandin ku di navbera Gebze-Bursayê û Kelampaşa- Îzmirê da 98 kîlometre otoyol û 16 kîlometre rêyên girêdanê ji çûyîn û hatinê ra hat vekirin, bi temamkirina xebatên BSK (Bînder)yê va ji sedî 88ê tevahiya projeyê hat temamkirin.