16 Tebax 2016•Rojanekirin: 17 Tebax 2016
TBMM
Hunermend Yilmaz Erdogan li TBMMyê Serokwezîr Bînalî Yildirim ziyaret kir û daxwaza xwe ya ku der barê bila Hekarî nebe navçe, gihande Serokwezîr.
Yilmaz Erdogan ewil cihên Meclisê yên ku di hewldana derbeya 15ê Tîrmehê de zirar dîtine geriya. Pişt re Serokwezîr Yildirimê ku ji bo Civîna Koma AK Partiyê hat TBMMyê pêşwazî kir.
Erdogan ji Serokwezîr Yildirim re got ku ew naxwazin ku Hekarî bibe navçe û paşê daxuyanî da rojnamevanan.
Erdogan got ku hemwelatiyên wî ji wî daxwaz kirine ku ew bi Serokwezîr re li ser vê meselê biaxive û wiha devam kir: "Ez Birêz Serokwezîr re axivîm. Ji min re got ku Hekarî bibe navçe wê baştir bibe û wê ji hêla aboriyê ve jî tu zirarê nebîne."
Li ser pirsa hûn qanî bûn jî Erdogan wiha axivî: "Ez ne nûnerê Hekariyê me. Nûnerê Hekariyê gelê Hekariyê ye. Ew jî 3 û 4 otobês hatine. Bi axaftineke li ser lingan ez naxwazim fikrekê jê derxim û bibêjim. Ka em binêhêrin û bibînin. Me ji wî re got ku ji bo travmaya derûnî ya li wir bê çareserkirin divê bi gel re bê axaftin. Lewra ev dibe sedema şikestinekê. Heke ev ê ji bo herêmê baş be, divê gelê herêmê bê qanîkirin."
Erdogan der barê navê Hekariyê ya "Colemêrg" de jî got ku navê Colemêrgê nû nîne, piştî ku Hekarî bibe navçe qîmeta vê mijarê wê nemîne.
