Abdullah Tel
27 Nîsan 2018•Rojanekirin: 27 Nîsan 2018
NEW YORK
Hîseyên Facebooka malpera parvekirinên civakî di borseya New Yorkê da ji 28ê rêbendana sala 2016an vir va cara ewil e ku evqas kar kir.
Qiymeta hîseyeka şirketê di 1ê sibatê da gihîştibû 195,32 dolarî û ev rekorek bû lê paşê ji ber skandala dizîna daneyan hîseyên şirketê gelekî erzan bûn.
Li gor daneyên nûçegihanê AAyê berhev kir ji roja 19ê adarê ya ku skandala dizîna daneyan dest pê kir heta 24ê nîsanê qiymeta hîseyên Facebookê ji sedî 13,7 daketin.
Lê Facebookê bîlançoya xwe ya çaryeka ewil a îsal diyar kir û hat dîtin ku kara safî ya şirketê û bikarhênerên wê sal bi sal zêdetir dibin û li ser vê jî qiymeta hîseyên Facebookê jî zêde bû.
Hîseyên Facebookê îro ji sed, 9,1 zêde bû û ji 28ê rêbendana sala 2016an vir va cara ewil e ku rojeke evqas bi qezenc li pey xwe hişt.
Di vê navberê da serweta avakar û rêvebirê şirketa Facebookê Mark Zuckerberg jî bi qasî 5,7 milyar dolarî (ji sedî 8,9) zêde bû û gihîşt 96,4 milyar dolarî.