Abdullah Tel
04 Gulan 2018•Rojanekirin: 04 Gulan 2018
NEW YORK
Twitter a malpera medyaya civakî ya li seranserê dinyayê bi qasî 336 milyon kes bi kar tîne ji hemû bikarhênerên xwe xwest ku bila şîfreyên xwe biguherînin.
Ji şirketa malpera parvekirinê ya kurewî daxuyanî hat dayîn û hat gotin ku wan pirsgirêkeke teknîkî tespît kiriye û ji ber vê jî ji hemû bikarhênerên xwe yên li çar aliyê dinyayê ra peyam şand.
Hat gotin ku pirsgirêka teknîkî hatiye helkirin û ji bo ewlehiya hesabên bikarhêneran hat xwestin ku bila her bikarhêner şîfreya hesabê xwe biguherîne.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku heta niha rastî tu pirsgirêkeke ji ber ewlehiyê qewimîbe nehatine lê ji bo tewdîrê ew dixwazin ku şîfre bên guhertin.
Li çar aliyê dinyayê mehê bi qasî 336 milyon kes Twitterê bi kar tîne.