25 Mijdar 2016•Rojanekirin: 26 Mijdar 2016
ADANA
Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Navxweyî çû serdana Walîtiya Edeneyê ku lê êrîşa terorê hat kirin.
Soylu li walîtiyê lêkolîn kir û der barê bûyerê da ji Mahmut Demirtaşê Waliyê Edeneyê agahî hilda û peyra daxuyaniya çapemeniyê da.
Soyluyê Wezîrê Karên Navxweyî der barê êrîşa terorê ya Edeneyê da wiha got: "Hûn ê nikaribin hizûra vî welatî xera bikin. Bila kes fikara neke. Hêzên me yên ewlehiyê bi polês, cendirme, gundparêz û endamên Hêzên Çekdar a Tirkan va li her derê Tirkiyeyê ji bo ewlehî û hizûrê hewl didin."
Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Navxweyî der barê êrîşa terorê ya li Edeneyê da wiha xeberda: "Du însanên me şehît bûn, baş bizanibin ku em ê xwîna wan li erdê nehêlin. Ez vê peyvê bi zanatî dibêjim. Yekîtî û bihevrabûna gelê me, biryardariya ji bo neperçebûna welatê me û hevkariya li dijî terorê wê dewam bike."