25 Mijdar 2016•Rojanekirin: 26 Mijdar 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Vê baş bizanibin, heke hûn zêde pêşva herin wê deriyên sînor jî bên vekirin. Ne ez û ne jî ev milet ji wan gefên badilhewa fehm dike, vê yekê jî bizanibin."
Serokomar Erdogan di 2yemîn Lutkeya Dad û Jinê ya Navneteweyî ku Komeleya Demokrasî û Jin (KADEM) û Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî bi şirîkatî li dar xistin da axivî û ewilî behsa pirsgirêkên jina kir.
Erdogan destnîşan kir ku saziyên civakî di çareserkirina pirsgirêkan da cihên mezin in û wiha pê da çû: "Saziyên ku di berpirsiyariya siyasetmedaran û mekanizmaya siyasetê da çalakiyan dikin ciyên çareserkirina pirsgirêkan in. Li welêt ji ber zewacên beriya emrê ku qanûn destûrê didê hatine kirin heke pirsgirêk hebin dibê ji bo vê gavên ku hewce dikin bên avêtin. Dibê ev gavan beriya her tiştî ji bo zêdekirina hişmendiya çandî û civakî bin. Heke kevneşopiyeke zewacê ya beriya emrê qanûn destûrê dide hebe hûn çiqas qanûnan derdixin derxin, çiqasî cezayê didên bidin hûn nikarin pêşiyê li vê bibirin."
Der barê verastkirina emrê biçûk zewacê da jî Serokomar Erdogan fikrên xwe bi beşdarvanan ra parve kir û got: "Li ser nîqaşan pêşniyaza vî qanûnê ku bala min kişand min dît ku baş nehatiye amadekirin û mimkun e ku rê li ber îstismara vebike. Ji ber vê jî ji bo ku daxwaza bertekên civakî bê dayîn û ev gavên bi niyeteke baş hatine avêtin neyên ji bilî armanca xwe bi niyeteke xerab neyên îstismarkirin min xwest ku bila bê nirxandin. Min ji hikûmet û meclisa me xwest ku bila der barê qanûnê da guh bidin civakê ji halê niha pêvatir bila bi mutabaqateke berfirehtir va amade bikin. Li ser vê hikûmeta me jî gavên hewce dike avêt û pêşniyaz paşve kişand. Ez wisa bawer dikim bi lihevkirineke berfirehî va wê careke din bê parlementoya me."
Rewşa Sûriye, Iraq, Efxanistan û Rojhilata Navîn jî di rojeva Serokomar Erdogan da cih girt û ji bo halê wir jî wiha xeberda: "Di navbera naverok û mezinbûna pirsgirêkan û tesîra wan a li rojeva dinyayê da mixabin nakokî hene. Pevçûnên li Sûriye, Iraq, Efxanistan, Libya û Somaliyê, xwîna ku tê rêtin û zilma ku tê kirin dema talûkeya penaberan çêdibe dikeve rojeva dinyayê. Heger meseleya penaberan nebe û êşa însanî ya li van dewletan nayê rojeva dinyayê."
Serokomar rayavêtina ku duh di Parlementoya Ewropayê da hat kirin û biryara tu hikmê wê yê hiqûqî tuneye lê dîsa jî pê tê xwestin ku bila guftûgoyên endamtiya Yekîtiya Ewropayê yên bi Tirkiyeyê ra tên kirin, bê sekinandin bi bîr xist û got: "Hûn li hemberî mirovahiyê tu carê durist nebûn, we bi çavekî baş li mirovan mêze nekir. Dema pitikên wek Aylanê li keraxên behra spî xistin we neçû ew ji wir hilnedan, pitikên wek Umran we hilnedan. Yê ku bi qasî 3 milyon, 3 milyon û nîv penaberan li vî welatî xwedî dike em in. We sozên ku dan bi cih neanîn. Dema 50 hezar penaber hatin ber Kapikuleyê wê fîxan kir. We got 'Gelo heke Tirkiye deriyên xwe vebike emê çi bikin' Li min binihêre heke hûn zêde bikin wê ev deriyên sînor jî bên vekirin, bi vê bizanibin. Ne ez û ne jî ev milet ji wan gefên badilhewa fehm dike, vê yekê jî bizanibin.
Niha li dinyayê bi milyonan Aylan li hêviya bersivan in, li hêviya rehmê ne û dilovaniyê dixwazin. Ji bo wan tu pêngavên hatine avêtin hene? Na tune. Aha Afrîqa, serê sehrayê binê sehrayê. Bi milyonan pitikî, ji 7ê hetanî 70yê li hêviya çareseriyekê ne. Lê tu pêngav tuneye. Pêngava wan avêt ez bibêjim. Tirkiyeyê bikeve Yekîtiya Ewropayê an na? Pêngava wan avêtî ev e. Çima? Çimkî Erdogan daxuyaniyên rast dide. Kom bûne û 30 û 40 kes hatine cem hev ji bo danezanê dibêjin "na", yên din jî hinek dibêjin "erê", hûn hemû bibin yek wê bibe çi?"
Serokomar qala Neteweyên Yekbûyî û pergala wê ya xelet a ku hê jî di rewacê da ye jî kir û wiha pê da çû: "Dinya ji 5an mezintir e. Divê em hemû bi hev ra vê biparêzin û ji hin kesan netirsin. Mixabin dewletên li dinyayê dibêjin, 'Gelo dema tiştekî bibêjin wê filan kesê çi bibêje,' 'Gelo dema em wiha xeber bidin wê filan dewletê çi bibêje' û 'Gelo filan tiştî bibêjin wê filan kesê çi bibêje.' Wexta wiha bifikirin hûn nikarin encamekê bi dest bixin. Heta ku emrê te di nav tirsê da derbas bibe wekî mêran bijî ku ez jinan jê tenzîh dikim û cihêtiyê nakim."
Hewl û xebatên Tirkiyeyê yên ku ji bo pêşketina xwe û gelê xwe dide jî di xeberdana Serokomar Erdogan da cih girt û wî got: "Dema em Yekîtiya Ewropayê hişyar dikin baş zanin berdêleka wê têkoşîna ku em ji bo edaletê û him li ser navê xwe him jî li ser navê hemû mirovahiyê birêva dibin, heye. Lê mixabin serokê partiya muxalefetê ya li welatê min radibe û dibêje 'Ev mueyîde ye, wê mueyîdeyên din jî li pey vê bên' ew reben mixabin wiha gefa li min dixwe, li vî rebenî mêze bikin. Ew kesên ku 53 sal in deriyê Yekîtiya Ewropayê venakin mueyîdeyê datînin? Heke mueyîdeyê datînin çi bûye? Me top avêt, em têk çûn çi bû? Em li ser piyê xwe sekinîn. Di 14 salan da me welatê xwe ji kê derê anî kê derê li meydanê ye. Bi îzna Xwedê emê li ser xwe bin û li ser rêya xwe bimeşin."
Serokomar Erdogan got ku Tirkiyeya nû wê bi saya hewl û xebatên jinan wê bê avakirin û wiha dewam kir: "Tirkiyeya nû em ê înşaelleh bi piştgiriya jinan înşa bikin. Em ê paşeroja dinyayê ya adilane, ewledar û aram ji rojhilatê heta rojavayê û ji bakur û heta başûr em ê li hemû dinyayê bi jinên xwe va ava bikin. Ez hêvî dikim ku civînên jinan yên navneteweyî û edaletê wê ji bo vê tekoşînê bibin sembol."