21 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2016
ANKARA
Wezîrê Parastina Neteweyî Fîkrî Işik û Wezîrê Parastinê yê DYAyê Ashton Carter hatin bal hev.
Carterê ku ji bo der heqê mijarên ewlehiyê yên herêmî da hevdîtinan bike hatibû Enqereyê bi Wezîrê Parastina Neteweyî Fîkrî Işik ra hevdîtin kir.
Hevdîtina ku li wezaretê dest pê kir piştî wênekişandina nûçegihanan ji çapemeniyê ra girtî dewam kir.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim jî wê Carter qebûl bikin û pê ra xeberdin.