06 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2018
DIYARBAKIR
Jana dilê malbata ciwanên di 6-8ê cotmeha 2014an da dema li Diyarbekirê goştê qurbanê belav dikirin bi destê alîgirên PKKya rêxistina terorê hatibû kuştin kêm nabe.
Mehmet Gokguzê bavê Hasan Gokguzê ciwanê hatibû qetilkirin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku kurê wî merivekê alîkarxwaz bû, bi weneyên kurê xwe hesreta dilê xwe kêm dikin û neviyên wî jî bi hesreta bavê xwe mezin dibin.
Gokguz diyar kir ku Furkanê neviyê wî îsal dest bi xwendingehê kir û got, "Kurê min zehf ji wî hez dikir. Li xwendingehê zarokan qala bavê xwe kirine Furkan jî gotiye 'bavê min tune'. Neviyê min diçe xwendingehê lêbelê histûxwar e."
Gokguz got naxwazin ku jana wiha bê serê tu kesî, êş û jana di dilê wî da wekî roja kurê wî hat kuştin hê teze ye.
Mehmet Gokguz destnîşan kir ku êşa wan her diçe mezin dibe, merzelê kurê xwe ziyaret dikin û xwe pê teselî dikin û wiha pê da çû: "Em êdî nikarin ewladekî wekî Hasan bibînin. Hetanî bimirin em ê bêjin Hasan. Di tunebûna wî da tehemila min çênabe, her roj diçim ser merzelê wî, merzel av didim, min wetrê pê ra diaxivim."
- "Demirtaş dijî Kurdan rabû hewla derbeyê"
Gokguz diyar kir ku Selahattîn Demirtaşê Hevserok Giştî yê HDPyê yê berê hewl da derbeyê li Kurdan bixe û wiha axivî:
"Di 15ê Tîrmehê da FETO li dijî Tirkiyeyê rabû derbeyê, tank derketin kuçekyan. Wê rojê jî Selahattîn derbeyek li Kurdan xist, tank derketin kuçeyan. Derbe li Kurdan xist lêbelê çawa ku 15ê Tîrmehê bi ser neket bûyerên 6-7ê cotmehê jî bi ser neketin. FETO dema li Amerîkayê dijî rabû hewla derbeyê, Demirtaş jî çû Amerîkayê û vegeriya li dijî Kurdan rabû hewla derbeyê. Herduyan jî ji heman ciyî ferman hildan. Lêbelê bi ser neketin."
- "Wehşetek hat kirin"
Huseyîn Guneşê birayê Riyad Guneş jî got ku merivên li der û dorê ji kekê wî hez dikirin, kekê wî dilê tu kesî nedihîşt.
Guneş diyar kir ku bi kekê xwe ra karê dekorasyonê dikirin, hetanî ji destê wî tê kekê wî aliyê feqîr û hewcedaran dikir.
Guneş got, "Her tim bi Hasan Gokguzê şehîd ra digeriya. Diçû alîkariya hewcedaran. Jiyana wî jiyaneke mînak bû. Ji ber ku her tim bi wî ra bûm ji bîra min naçe, êşa wî hê di dilê min da ye."
Guneş destnîşan kir ku zarokên wî her tim bavê xwe dipirsin, ji ser ra 4 sal derbas bûye lêbelê êş û jana dilan kêm nebû.
Guneş wiha pê da çû:
"Wehşetek hat kirin. Kekê min tu malê kesî nedizîbû, neheqî nekiribû bi tenê goştê qurbanê li hewcedaran belav dikir. Ev çi wehşet e, rika çi ye? Me çi bi we kir ku hûn vê tînin serê me? Em bêjin we kuşt, meneya wê çi ye ku parçe parçeyî dikin bi erebeyê ji ser ra derbas dibin? Ew qas jî nabe."
- "Em ê tu carî ji bîr nekin"
Oztekîn Dakakê bavê Ahmet Dakak jî ji ser ra 4 sal derbas bûye lêbelê êş û jana dilan kêm nebû û got, "Ev êşeke mezin e Xwedê neyne serê tu kesî"
Zarfe Dakaka diya şehîd jî wiha axivî: "Ji ser şehîdkirina wî ra 4 sal derbas bû lêbelê êş û jana dilan kêm nebû. Roja ewil êşa wî çito bû hê jî wisa ye. Ez nikarim kurê xwe paşda bînim lêbelê ez ê li ser rêya wî bim. Xwedê heqê me ji HDPyê û Selahattîn Demirtaş ra nehêle."
- "Bi pîlan û proje bû"
Alî Yaşar Guneşê kekê Cumalî Guneş diyar kir ku bûyerên 6-7ê cotmehê bi pîlan û proje hatin kirin, tişta ku hat kirin li dijî dewletê serî hildan bû li dijî Kurdên Misliman jî hewla derbeyê bû.
Yusuf Erê ku di êrîşan da birîndar bibû jî got ku hevalên wî her tim tên bîra wî û ew ê her tim di dilê wî da bin.
Er destnîşan kir ku êş û jana dilê wî da hê teze ye û wiha axivî: "Lewra hevalên min bi hovîtî hatin kuştin. Mirineke normal nebû, bi êşkenceyê kuştin. Her tim hevalên min tên bîra min. Dema tên bîra min jî ez li ber xwe dikevim. Xwedê kuran bide min ez ê navê hevalên xwe li wan bikim."