06 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2018
ANKARA
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar der heqê çalên ku YPG/PKKya rêxistina terorê li derdora navçeya Minbicê vekirine da got: "Hemû rewş niha di bin kontrolê da ye. Her tişt tê kontrolkirin."
Wezîr Akar piştî Civîna Şêwr û Nirxandinê ya AK Partiyê ya 27emîn a ku li Kizilcahamam Elîz Hotêlê hat kirin daxuyanî da rojnamegeran û pirsên wan bersivand.
Çalên ku YPG/PKKya rêxistina terorê li derdora navçeya Minbicê vekiriye û bi xweliya ji wir derketiye jî bend daniye ji Akar hat pirsîn û wî jî got: "Nirxandinên hewce dikin me kir û em didomînin jî. Em bûyeran ji nêz va dişopînin. Di vê mjarê da tewdîrên divê bên hildan hatin hildan. Kar û xebat awayekî berfirehî û bi lez û bez dewam dikin."