Nihat Kavşut
06 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2017
ANKARA
Serokomar Erdogan: "Bi operasyona Mertalê Feratê tevî serekan ji 3 hezarî zêdetir terorîstên DEAŞê hatin berterefkirin."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê piştî hevdîtina bi Joko Widodoyê Serokomarê Endonezyayê ra û hevdîtinên di nav lijneyan da daxuyaniya çapemeniyê ya hevbeş da.
Erdogan diyar kir di hevdîtinan da ji xeynî pirsgirêkên herêmî li ser meseleya Qeterê jî axivîne.
Serokomar Erdogan destnîşan kir bi taybetî li ser hevkariya ewlehiyê û têkoşîna dijî terorê axivîne û wiha got: "Heta niha tevî hin kesên ji Asyaya Başûr me 5 hezar gumanbarên terorê ji Tirkiyeyê derxistin. Li ser 53 hezar kesî jî qedexe heye bên Tirkiyeyê. Li herêmên li ser sînorên me terorîstên DEAŞê bi temamî hatin paqijkirin û derfet û îmkan çêkir 100 hezar xwîşk û birayên me yên ji Sûriyeyê vegerin van herêman. Bi operasyona Mertalê Feratê tevî serekan ji 3 hezarî zêdetir terorîstên DEAŞê hatin berterefkirin."